Narîn Metînî: Divê hikumeta Başûr helwesta xwe ji êrîşên Tirkiyê re diyar bike

Seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê Narîn Metînî ji hêzên siyasî li Başûr xwest ku helwestekî ji dijminahiya Tirkiyê re diyar bike. Narîn got Tirkiyê dixwaze kurdan qir bike.

Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran û çekên giran êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Piştî hevdîtinên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê herêma Kurdistanê Nêçîran Barzanî gelek navendên îstixbarata Tirkiyê li bajarên Başûrê Kurdistanê hatin vekirin. Gelek sivîlên herêmê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdkirin. Hikumet û parlemento jî li dijî vê dagirkeriyê bêdeng in.

Seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê Narîn Metînî diyar kir ku siyaseta dagirkeriya Tirkiyê li ser dijminahiya gelê Kurd ava bûye. Narîn destnîşan kir ku pêwîst e partiyên Kurd helwestên xwe li hember zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker diyar bikin û wiha got: "Tirkiye êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û divê partiyên Kurd helwestên xwe li hember van êrîşan nîşan bidin."

Narîn tekez kir ku divê partiyên Kurd têkiliyên xwe bi Tirkiyê re ya ku dijminahiya gelê Kurd û hebûna wî dike qut bikin û wiha berdewam kir: "Tirkiye qebûl nake ku Kurd heta di bin konekî de bijîn. Tirkiye dixwaze gelê Kurd qir bike, wan bide koçberkirin û hebûna gelê Kurd tune bike. Kiryarên wê jî isbata vê yekê ne."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din