Nasnameya 2 şervanên YPJ`ê hate eşkerekirin

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanên YPJ`ê eşkere kir û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanên YPJ`ê eşkere kir û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de soza berdewamkirina têkoşînê da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di şexsê pêşeng, tekoşînvan, hevrê Sarya û Hîvda de, em tevahî şehîdên di tekoşîna mirovahiyê de gihîştine şehadetê bibîr tînin. Ji malbata her du rêhevalan re, ji gelê me yê berxwedêr û dayîkên şehîdan re sersaxî dixwazin û soza me daye şehîdan bi biryardariyeke mezin nû dikin.

Tekoşîna gelê Bakurê-Rojhilatê Sûriyê, bi heqîqeta şehîdan xwe gihand vê merheleya dîrokî. Di şerê 8 salên derbas bûyî de me bi hezaran rêhevalên bi rûmet, di oxira parastina gel û xaka pîroz de da. Tişta ku ket ser gelê me, bi fedekarî, bi rihê welatparêz, ked da, xwîdan rijand û ewladên xwe yên hêja diyarî şoreşa mirovahiyê kirin. Me weke Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), di meşandina tekoşînê de ked û hewl da em layîqî heqîqeta gelê xwe bibin. Rêheval Sarya bi vê hişmendiyê têkoşiya û bi moraleke bilind şerê azadiyê meşand û di vê oxirê de şehîd bû.

Hevrêya me Sarya, ku yek ji pêşenga şoreşê bû, li ser vê rastiyê tevlî tekoşîna mirovahiyê bû. Rêheval Sarya, di nav malbateke welatperwer de mezin dibe. Malbateke di tekoşîna azadiyê de gelek berdêlên giran daye. Rêheval Sarya, di temenê xwe yê ciwan de beşdarî tekoşîna azadiyê dibe. Di destpêka şoreşa Rojava de bi kedeke mezin tevlî hemû xebatan bû. Her tim di çeperên herî pêş yê şer de cih girt, tekoşîn meşand. Ji bo xwe timî qadên herî zor û zehmet hilbijart. Bê ku rojekê dudilî bijî bi ezmeke bilind, bi biryardariyeke xurt bi ser erkên jê hatin xwestin de çû. Di asta fermandarî de pêşengî kir, di pêngav û şerên giran de cihê xwe girt. Bi sekna wêrek, fedekar û dilnizim di demên herî zor de pêşengî ji rêhevalên xwe re kir. Di şerê 2013-2014 û 2015’an de roleke pêşeng leyîst. Kedeke bêhempa ya rêheval Sarye di şoreşa Rojava de çêbû. Li hemberî çeteyên hov yên DAIŞ’ê, sekna jina Kurd li hemberî dijmin çawaye bi berxwedana xwe da raberkirin. Bi vê sekna xwe bû mînaka cesaret, fedekarî, hêvî û serkeftinê.

Rêhevala me Hîvda Pîrosî, ev demek bû cihê xwe di tekoşîna azadiyê de digirt. Rêhevaleke me ya ciwan bû. Heval Hîvda, di temenê xwe yê ciwan de pergala kapîtalîst ya bi her awayî êrîşî fikir, beden û rihê ciwanan dike red kir û berê xwe da şoreşa gelan. Xwedî lêgerîn û armancên mezin bû. Di jiyanê de ji bo leyîqî rêhevaltiyê bibe kedeke mezin di ber jiyan û hevalên xwe de da. Her tim bi coş û kelecan bû. Bi rihê xwe yê ciwan reng dida jiyanê. Heval Hîvda ev demek bû ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê tedewî didît. Lê ji ber rewşa xwe ya giran giha asta şehadetê.

Ji ber şert û mercên şerê em tê re derbas bûn me nekarî em şehadeta rêhevala xwe Sarya eşkere bikin, ji bo vê em ji malbat û gelê xwe lêborîn dixwazin. Heval Hîvda ku ji ber nexweşiyekê canê xwe ji dest da û giha asta şehadetê. Bêguman em xemgîniya xwe parve dikin û ji malbata her du rêhevalên hêja re careke din sersaxî dixwazin û dibêjin şehîd namirin. Li ser vê bingehê em soz û biryardariya ku me daye rêhevalên xwe yên şehîd nû dikin. Ji bo em hêviyên şehîd Sarya, Hîvda û tevahî şehîdan bînin cih, em ê tekoşîna xwe bidomînin.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

*****

Nasnav: Hivda Pirosî

Nav û paşnav: Rojbin Akdogan

Cih û dîroka jidayîkbûne: 1998/Şirnex

Navê dayikê: Sarya

Navê bav: Hazim

Cih û dîroka şehadetê: 6-6-2019/HESEKÊ

*****

Nasnav: Sarya Dersim

Nav û paşnav: Songul doguç

Cih û dîroka jidayîkbûne: 1981/AMED

Navê dayikê: Meysa

Navê Bav: Feyzi

Cih û dîroka şehadetê: 22.1.2015 / HESEKE


Mijarên Din