Nasnameyên 2 gerîlayên şehîd hatin ragihandin

HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên ku li navçeya Gever a Colemêrgê şehîd bûne, ragihandin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Di daxuyaniya xwe de ya 15'ê Îlonê me ragihandibû artêşa TC'ê ya dagirker 13'ê Îlonê li gundên Kelê, Nebar, Xurakana Jêr û Xurakana Jor ên li bajaroka Esendere ya navçeya Geverê ya Colemergê operasyoneke berfireh daye destpêkirin, hêzên me yekîneyên operasyonê yên dagirker ku dixwestin li qadê bi pêş ve biçin kirine hedefa xwe, yek jê bi pirpirk 7 dagirker ceza kirine û di encama şer de hevrêyên me Welat û Nîdal şehîd bûne.

 Agahiyên berfireh ên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Welat Genc
Nav û Paşnav: Eyûp Alper
Cihê Jidayikbûên: Colemêrg
Navê Dê û Bav: Azîze-Salih
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 13'ê Îlona 2020'an /Gever

Nasnav: Nîdal Dersim
Nav û Paşnav: Ahmet Akman
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Ferîde- Abdullah
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 13'ê Îlona 2020'an /Gever

Hevalê me Welat li Colemergê li nav malbateke welatparêz, bi ser nirxên civakî ve jidayik bûye. Hevrêyê me Welat ku bi çanda welatparêz û hezkirina welêt mezin bûyî hê bi ciwanî hay ji peywirên civakî û berpirsyariyan bûye û di ciantiya xwe de li dijî hişmendiya qirker a dewleta Tirk a faşîst têkoşiyaye. Bi salan li Geverê bi çalakî di nav xebatan de maye û 2012'an bi kelecanî û daxwazeke mezin hatiye nav refên gerîla.  Bi felsefe û çanda partiyê xwe xurt kiriye, tim dilsozî şehîdan û hevrêyên xwe maye. Hevalê me Welat di demeke kurt de bûye fermandar, bi moralê xwe yê geş, coşiya xwe ya geş, bi afirandiniya xwe ya sînornenas, bi wêrekiya xwe û fedaîtiya bêhesab ne tenê di nav hevrêyên xwe de, li nav gelê herêmê jî wiha hatiye naskirin û kiriye ku her kes jê hez bike. Li herêma ku lê peywirdar bû pêşengî li gelek çalakiyan kiriye û bi hêrsa xwe ya dijî dagirkeran derbên giran li dewleta TC'ê daye. Hevalê me Welat her demê li qadên zor û derfet lê kêm hewldaneke mezin daye û ji bo ku dagirkeran ji Kurdistanê paqij bike bi îdîayeke mezin tevgeriyaye û bûye xwedî meşeke bi vî rengî. Dema pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê bi kedeke mezin û miltanîya xwe peywirên xwe yên pêşengiyê li eniya berxwedanê bi rengekî serkeftî bi cih aniya. Bi hîsa berpirsyariya li şehîdan û gelê xwe li her qadê li peywir û berpirsyariyên xwe xwedî derketiye, bi berxwedaniya dastanî bi lehengî şehîd bûye.

Hevrêyê me Nîdal li nav mablateke welatparêz jidayik bûye. Li dijî hemû kirinên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst, pêgirê nirxên civakî û çanda xwe ya maye, rastiya xwe parastiye û bi vê bîr û baweriyê hê bi ciwantî li dijî faşîzmê têkoşiyaye. Dîtiye ku bi şerekî karîger ê gerîla mirov dikare dawî li dagirkerî û mêtingeriya li Kurdistanê bîne û ji bo azadiya teqez têkoşîna gerîla bivenevê ye û bi rengê şopdariya vê heqîqetê tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrêyê me Nîdal ku li nav gerîla bi dilnizmî û kedkariya xwe dihate naskirin, li gelek qadan peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftineke mezin bi cih aniya. Heta gava dawî ya meşa xwe ya azadiyê têkoşîneke gav bi gav daye 3u bi berxwedaniya xwe ya dastanî tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

Hevrêyên me Welat û Nîdal ku bi lehengiyên mezin heta bi dilopa dawî ya xwîna xwe, bi berxwedaniya bi şêwaza fedayî ya Apoyî, her demê wê bi rengê lehengên eyaleta Geverê werin bibîranîn û berxwedaniya wan wê bibe perspektîfa têkoşîna me.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz û soz didin ku têkoşîna şehîdên me yên leheng serfiraz bikin.”


Mijarên Din