Nasnameyên 5 gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin

HPG'ê nasnameyên 5 gerîlayên ku par li Zagrosê şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 gerîlayên ku sala derbasbûyî li Zagrosê şehîd bûne, eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “13'ê Gulana 2019'an di êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker de li herêma Zagrosê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Awat ê fermandarê pêşeng, hevrêyên me Brûsk, Hebûn, Nûman û Şoreş şehîd bûn.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Awat Mahabadî
Nav û paşnav: Mesût Seyîd Ahmedî
Cihê jidayikbûnê: Mehabad
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Îsmaîl
Cih û dîroka şehadetê: 13'ê Gulana 2019'an / Zagros

Nasnav: Brûsk Garzan
Nav û paşnav: Yûsûf Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dayikê: Besîra
Navê bav: Bozettîn
Cih û dîroka şehadetê: 13'ê Gulana 2019'an / Zagros

Nasnav: Hebûn Baz
Nav û paşnav: Vedat Sar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayikê: Hamdiye
Navê bav: Feyzûllah
Cih û dîroka şehadetê: 13'ê Gulana 2019'an / Zagros

Nasnav: Nûman Amed
Nav û paşnav: Firatkan Ozer
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayikê: Sûliye
Navê bav: Yûsûf
Cih û dîroka şehadetê: 13'ê Gulana 2019'an / Zagros

Nasnav: Şoreş Reşan Colemêrg
Nav û paşnav: Kadîr Alîm
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayikê: Gulaftûn
Navê bav: Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: 13'ê Gulana 2019'an / Zagros

“Hevrêyên me Awat, Brûsk, Hebûn, Nûman û Şoreş li çar parçeyên Kurdistanê bi hestên welatparêziyê mezin bûn û bi daxwazeke mezin tev li nava têkoşîna hesabpirsîna ji dijminê kujer-qirker bûn. Em wan hevrêyên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin. Dema ku di nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn bi jiyana xwe ya dilnizm, pakbûna têkiliyên xwe yên hevrêtiyê û hêrsa xwe ya li dijî dijmin wê her tim bên bîranîn. Ev hevrêyên me yên hêja ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bêrawestan tevlî nava têkoşînê bûn û bi rengekî fedayî berê xwe dan serketinê. Ew leheng in ku welatparêzî û hezkirina welêt, kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê û cewhera fedayîtiyê ya Apoyî di kesayetî û têkoşîna xwe de bi cih kirin. Xwedîderketina li bîranînên şehîdan û hildana ala azadiyê ya ku wan ji me re hiştine, wezîfeya me û ciwanên Kurd ên welatparêz e.

Di serî de malbatên hêja yên Ahmedî, Yilmaz, Sar, Ozer û Alîm, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna tolhildanê ya şehîdan, têkoşîna azadiyê heta serkeftinê bidomînin.”


Mijarên Din