National Interst: Herêma ewle metirsiyek li ser hebûna xiristiyanan e

Zanyara civakê Amy Austin Holmes gotarek di kovara National Interst a Amerîkayê de weşand û got, Suryanên xiristiyan komeke olî li Sûriyê ne, ji ber kiryarên hovane yên Osmanî di salên berê de, avakirina herêmeke ewle  ku Tirkiyê hewl dide li bakurê Sûriyê ava bike red dikin.

Amy Austin Holmes dibêje, civaka Xiristiyanên Suryan, Asur, Kildan û Ermen xwe wekî "Neviyên kesên ji qirkirina Împratoriya Osmanî ya sala 1915‘an rizgar bûne" bi nav dikin, ku dîrokzane Joesf Yakûb wekî "Komkujiyeke veşartî" bi nav dike.

Nivîskara gotarê destnîşan dike ku Tirkiyê hewl dide Washigoton bide îqnakirin ku ew dikare bi rêya herêma ewle ku dixwaze li ser sînorê Tirkiyê ava bike"Ewlehiyê" pêk bîne.

Nivîskar Amy Austin dibêje, îhtîmala hebûna herêma ewle di bin serweriya Tirkiyê de ku hemû bajarên Xiristiyanên Suruyan di nav xwe de digire, civakê aciz dike, ji ber ku civak azarên di sedsalên borî bi destê Osmaniyan kişandine ji bîr nakin.

Enqere û Washingotonê ji Kanûna derbasbûyî ve li ser avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyeyê mûzakereyan dikin, bi taybet piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Turmp biryara vekirina hêzên xwe ji Sûriyê da. Lê DYA‘ê piştre biryar da ku 2 hezar leşkerên xwe bihêle.

Nivîskar her wiha dibêje: "Li şûna ku li ser planên Osmaniya nû ya Erdogan ku beşin ji bakurê Sûriyê tevlî xaka xwe bike, rayedarên Amerîkayê dikarin ji Enqereyê re bêjin ku ji vê zêdetir hêzên Tirkiyê li Sûriyê belav nabin."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm ku zanyarê siyasîcivakî ye got, heger Tirkiyê êrîş bike, dibe ku xiristiyanên herêmê rizgar nebin.

Bersûm her wiha anî ziman ku"Piraniya ferdê gelên wan li herêmên nêzî sînor dijîn. Lê heger Tirkiyê herêma ewle ava bike, dê xeteriyên cidî li xiristiyanên ku li wir dijîn be."

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elizabet Gewriyê ku bi eslê xwe Suryan jî diyar kirk u civak li planên Tirkiyê wekî gefê li dijî hebûna xwe dibînin."

 


Mijarên Din