NATO: Em ê piştevaniya Tirkiyê tenê bi parastina asîmanî bikin

Îro NATO’yê bang li kêmkirina şerê li Idlibê û xebata gihandina çareya aştiyane ya aloziya Sûriyê kir û diyar kir ku dê tenê piştevaniya dewleta Tirk bi rêya pergala parastina asîmanî bikin.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di civîneke çapemeniyê de wiha got: "Ji Rûsya û rejîma Sûriyê daxwaz dikin ku tundiyê rawestînin û xebata çareserkirina aştiyane ya aloziya Sûriyê bikin."

Sekreterê NATO’yê bal kişand ser kêmkirina şerê li Sûriyê û bang li vegera peymana 2018’an a agirbesta li Sûriyê kir.

Li gorî sekreterê giştî yê NATO’yê dê tenê piştevaniya dewleta Tirk bi parastina asîmanî ya Tirkiyê be û wiha da zanîn: "Di piştevaniya Tirkiyê de bi rêya bergiriyan berdewam in, jê jî geşkirina pergala wê ya asîmanî."

Wezîrê karên derve yê Luxembourgê Jean Asselborn îro piştrast kir ku ne ji mafê Tirkiyê ye ku daxwazê li ser xebata madeya 5’an a NATO’yê bike. Ji ber ku tu şêwir der barê operasyona xwe ya leşkerî li Idlibê de nekirine.

(fr)


Mijarên Din