NATO li ser daxwaza Tirkiyê dicive, lê ne li gorî benda 5’an

Îro NATO civînekê li ser daxwaza dewleta Tirk li dar dixe da ku nîqaşên têkildarî kuştina leşkerên Tirkiyê li Idlibê pêk bîne. Lê belê ew civîn berjewendiyên dewleta Tirk pêk nayne û dê dan û standin li gorî benda 4’an bin, ne li gorî benda 5’an.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ragihand ku dê balyozên tevahî dewletên NATO’yê yên bi hejmara 29’an îro li ser daxwaza dewleta Tirk kom bibin. Da ku dan û standinan li gorî madeya 4’an ji Peymana Washingtonê ya damezirandina NATO’yê der barê rewşa Sûriyê de pêk bîne.

Lê belê diyar dibe ku berjewendiyên Enqereyê pêk nayên. Her wiha li gorî madeya 4’an a ji peymanê ne pêkan e tu hevalbendek daxwaza dan û standinan heke rastî êrişeke herêmî hat an êrişeke li dijî serxwebûna wê ya siyasî hat, bike.

Lê benda 5’an li gorî peymana NATO’yê ku li Washingtonê di Nîsana 1949’an de hatiye îmzekirin ku bi ‘Peymana Washingtonê’ tê nasîn, naveroka wê wiha ye; çi êrişa li ser dewleteke NATO’yê pêk hat, êrişa li ser tevahî dewletên endam e û divê dewletên dîtir alîkariya wê li hember êrişan bikin.

Çavkaniyekî dîplomatîk ji NATO’yê di demeke berê de gotibû ku dewletên NATO’yê piştevaniya aktîfkirina benda 5’an ji peymanê nakin ku piştevaniya dewleta Tirk li Idlibê piştî kuştina leşkerên wê li wir nake.

Dîplomat diyar kir ku kuştina leşkerên Tirkiyê kambaxiyek e, lê belê tevgerîna leşkerî ya yekalî li ser xakeke biyanî, ew encam e. Her wiha diyardeyên madeya 5’an ji peymana damezirandina NATO’yê derbas dike.

Dewleta Tirk ragihand ku duh 33 leşkerên wê bi derbeya asîmanî li Idlibê hatin kuştin, li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê daxuyand ku hejmara kuştiyan 34 e.

(fr)


Mijarên Din