Navê şehîdê enternasyonalîst Kieth Broomfild li qadeke Kobanê hate kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya Şaredariya Gel a Kobanê navê şehîdê enternasyonalîst Kieth Broomfild  (Gelhat Raman) li qadeke sereke ya li nêzî gundê Xerab Aşk kir.

Di merasîma de bi beşdariya endamên saziyanên navçeya El-Celbiyê, herêma Sirînê û saziya Malbatên Şehîdan, berde ji ser wêneyê şehîdê enternasyonalîst Kieth Broomfield (Gelhat Raman) hate rakirin û li qada sereke a rêya Rodkoyê ku nêzî gundê Xerab Aşk e hate danîn.

Di merasîmê de yek ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî û hevserokê Meclisa navçeya El-Celbiyê Mistefa Şêx Mihemed got: "Şehîd Gelhat bi hezaran kîlometran derbas kir, da ku li dijî terorê şer bike û beşdarî şerê li dijî çeteyên li herêmê bibe û dawî li tarîtiyê bîne". Di dawiya merasîmê de berde ji ser wêneyê şehîd Kieth hate rakirin.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Kieth bi eslê xwe Amerîkî ye, beşdarî şerê rizgarkirina Kobanê bû û di dema rizgarkirina gundê Qenterê de di 3`yê meha Gulanê 2015`an de şehîd bûbû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din