Navê sivîlên ku dewleta Tirk qetil kirine, eşkere bûn

Ji ber bomberdûmana balafirên artêşa Tirk a dagirker li qada Kortekê ya Qendîlê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Nasnameyên qurbaniyên êrîşê eşkere bûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êvara Pêncşemê bombe li sivîlên li Kortekê barandin. Di encam de sê kes hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Êrîş li dijî du wesayitên sivîl hatin kirin ku zarok jî tê de bûn.

Li gorî Ajana Rojnews ê navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Abdulla Alî Mîne (53), Kurdistan Abdula (30) û Heryad Abdula (19).

Ji birîndaran navê çar kesan wiha ne: Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula, Rabî Mihemed (Dayika kesên ku hatine).

Balafirên şer ên artêşa Tirk 21'ê Tebaxa 2011'an jî bombe li wesayiteke sivîlan a li qada Kortekê barandibû û yek jê pitik, du jê zarok, yek jê jin heft kes ji malbatekê kuştibûn. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dan Solîn a heyşt mehî bû.

Balafirên şer ên Tirk herî dawî 26'ê Hezîranê bombe li qada Goşîne ya herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê barandin û sivîlek qetil kirin sê sivîl jî birîndar kirin.


Mijarên Din