Navçeya mozaîk û Sûriyeya biçûk; Til Temir

Navçeya mozaîk û Sûriyeya biçûk Til Temir di bin êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ser navçeya Til Temir dewam dikin. Ev navçe wek ‘Sûriyeya biçûk’ tê nasîn. Taybetmendiya vê navçeyê ew e  ku mozaîk e. Mozaîkiya xwe ji pirrengiya xwe digire. Gelê  Aşûr, Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di nav wekheviyekî de dijîn. Til Temir anku navê xwe yê bi kurdî Girê Xurma, di navbera salên 1933-1935’an de ji aliyê malbatên Kurd û Aşûrî ve ku ji komkujiya Semelê, komkujiya dewleta Osmanî filîtin, hate avakirin. Li navçeyê pêkhateyên Aşûrî kilîseya Meryem El-Azra û li ser xeta Xabûr gund ava kirin.

Navçe di aliyê cografîk de cîhekî stratejîk e. Navçe girêdayî kantona Hesekê, 30 km dûrî bajarê Hesekê, 40 km jî dûrî bajarê Serêkaniyê ye. 180 gund girêdayî vê navçeyê ne. Girîngiya vê navçeyê ku li ser riya duwelî (M4) ye û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê de dagirkirina Til Temirê heye.

Dîroka vê navçeyê û xetereya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şêniyên Til Temir ên resen ji me re vegotin.

‘Li dijî hemû êrişan me yekitiya xwe xurttir kiriye’

Şêniyê ji pêkhateya Aşûrî Şemun Keko ku piştî komkujîya Sefyo koçberî Iraqê dibin, li wir jî rastî komkujiya Semelê dibin û berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê. Şemun ji bo dîroka Til Temirê dibejê ku ji avakirinê heya niha bi Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan re di nav biratiya gelan de dijîn û got: “Aramiya me heya sala 2015’an berdewam kir, lê çeteyên DAIŞ’ê aramiya me kir hedef û êrişî me kir. Daxwaza DAIŞ’ê ew bû ku herêmê dagir bike û ferq û cudabûnê têxe nav mozaîka me. Lê li dijî wan êrişan em bi hemû pêkhateyên herêmê ji berê zêdetir yekitiya xwe ava kir. Êrişên DAIŞ’ê nikarîbû me ji hev qut bike. Ji hemû pêkhateyên me şehîd hatin dayîn. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser ji berê zêdetir me xwe bi rêxistin kir û gavên xurttir avêtin.”

Şêniyê ji pêkhateyê Kurd Mihemed Seyît 58 salên xwe li Til Temirê derbas kirine û dibejê : “Gelê li Til Temirê êş, keyfxweşî bi hev re di nav jiyaneke hevbeş de derbas dikirin û dikin. Têkiliyên me heya digihîştin malbatî û em kirîvên hev in. Beriya şoreşê zexta rejîma Sûriyê li ser gelê me hebû. Zarok nikarîbûn bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Bi taybet ev zext li ser gelê Kurd hebûn ku nedihiştin navên kurdî li zarokên xwe bikin. Heya nedihiştin ku kesek Kurd xanî li ser navê xwe ava bike. Li dibistanê ji ber ez bi kurdî axivîm gelek caran min lêxistin xwar. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser gelê navçeyê bersiv da hemû cîhanê ku meclisa yekem li wir ava bû. 33 endamên vê meclisê hebûn ku di nav de Kurd, Ereb û Aşûrî hebûn. Ev jî nîşaneya mozaîkbûna me ye. ”

‘Em ê dîsa planên dagirkeran têk bibin’

Keko ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku operasyona dewleta Tirk a dagirker qaşo bi navê ‘kaniya aştiyê’ di rastiyê de talanê tîne û got: “Em jixwe di nav aramî û aştiyê de dijîn.  Ev çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bilî talan û komkujiyê ji me re tiştek neanî. Em ê dîsa li hember wan êrişên qirêjî bi yekitiya xwe planên wan vala derxin û li ber xwe bidin.”

Şêniyê ji pêkhateya Kurd Mihemed Seyît ji bo êrişên ser herêmên wan wiha dibejê: “Çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ gelek kiryarên hovanê li ser vê navçeya mozaîk pêk anîn.  Li dijî wan êrişan ji bo parastina axê ji hemû pêkhateyan şehîd hatin dayîn û berxwedaneke mezin pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe nikarîbû derbasî axa me bibe, niha jî eşkere êrişî me dike. Armanca yekem xerabkirina aramî û yekitiya me ye. Lê bi xwîna şehîdan û berxwedana gelên me ev armancên wan pûç dikin. Cîhan hemû dizane ku herêma me jixwe ewle ye. Bi hedefa guhertina demografiyê êrişî me dikin. Her çi qas êriş bikin jî em bi hemû pêkhateyên xwe re li ber xwe didin.”

Li Til Temirê 25 hezar koçber hene 

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê re 25 hezar şêniyên rêsen ên bajarê Serêkaniyê û gundêwarên navçeya Til Temirê koçberî Til Temirê bûne. Ev koçber li dibistanan di nav zehmetiyan de dijîn. Di fêrgheke dibistanê de herî kêm 4 malbat dijîn. Koçberên wan dibistanan de nêrînên xwe ji me re parve kirin. Helwestên koçberan ew ê li pêşiya çavên cîhanê komkujî pêk hatin û hina jî tên, lê xemsariya dewletan di asta herî jor de ye.

‘Her em ê vegerin Serêkaniyê’

Koçberek ji bajarê Serêkaniyê Eyşê Mihemed diyar kir ku dibistana ev tê de dimînin 58 malbat lê bi cih bûne û dibejê: “Xwedê li Erdogan bixe ku em ji axa me koçber kirin. Gelek zehmetiyên me wekî xwarin, vexwarin, germbûnê hene. Lê em tiştekî naxwazin, tenê welatê xwe dixwazin. Heya dilopeke xwîn di canê me de hebe daxwaza me ya vegera Serêkaniyê dê hebe. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Serêkaniyê bimînin. Em ji gef û êrişên Erdogan natirsin û her pişta zarokên xwe yên şervan QSD’ê bisekinin.”

Îmam Berkelê jî ji Serêkaniyê ye û diyar kir ku heger ew topên Erdogan werin dibistana ku niha tê de dijîn, vê carê koçber nabin û got: “Hemû dewlet me difiroşin û alîgirên Erdogan in. Em ji bîr bikin jî zarokên me ji bîr nakin.  Kîjan ol qebûl dike ku bi rojan laşê mirovan li ser erdê bimîne? Ev hovîtî li ber çavê cîhanê çêbû û hê jî çêdibe.” 

Nînwa Dîlan şervaneke Suryan e û 22 salî ye û endama Hêzên Parastina Jinên Suryan Bêsnahrîn e. Dayik, bav û 2 xwişkên Nînwa di nav Meclisa Leşkerî ya Suryan de cih digirin. Hêza Parastina Jinên Suryan Bêsnahrîn 30 Têbaxê hat avakirin. Her wiha li dijî çeteyên DAIŞ de jî geleke rolek mezin lîstin û niha xeta Xabûr ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê diparêzin.  

‘Hêza me di Seyfo de tune bû lê niha heye’

Nînwa wiha diaxive: “Hêza me li ser esasê parastina ax û hêza jinên hemû cîhanê hat avakirin. Di komkujiya Seyfo de hêza me ya jin jib o parastina ax û jinan tine bû. Lê niha me hêza xwe avakiriyê û li dijî hemû êrişan şer dikin. Gelek êriş li ser jinên Aşûrî, Suryanî û Ermenî çêbûne.  Êrişên DAIŞ de bi sedan jinên Aşûrî, Ermenî û Suryanî hatin qetilkirin û revandin.  Mînakê wê jina pêşeng ya Suryan Wîdat Dawût . Şehîd Wîdat li dijî êrişên DAIŞ heya dawî li berxwe da û gihîşt asta şahadetê. Di şexsê şehîd Wîdat de çeteyan xwestin hemû jinên Aşûrî, Kildan, Suryan û Ermen tine bikin, niha em hemû şopdarên riya şehîd Wîdatin. Têkoşîna me jib o tolhildana şehîd Wîdat e. em nahelin ku komkujiya Seyfo dîsa dûbarê bibe. Êrişên dewleta Tirk jî li ser esasê temamkirina komkujiya Seyfo ye. Lê hêza gel û şervanên Aşûrî, Kildanî, Ermenî, Suryan wê vala derbikevê. Em niha seranserî xeta Xabûr warê xwe diparêzin.”

Nînwa bang li hemû jinên ciwan yên Aşûrî, Suryanî, Ermen û Kildan kir ku çêk hildin û li dijî êrişan axa xwe biparêzin û got: “Wê berxwedana gelan bi ser bikeve.”

Pêşkêşî: Cîhan Bîlgîn
Dîmen: Basil Reşîd

ANHA


Mijarên Din