Navçeya Zirganê hat bombebarankirin, 1 şehîd û 3 birîndar hene

Balafireke keşfê ya  artêşa Tirk a dagirker duh lihevkirina agirbestê binpê kir û navçeya Zirganê bomebaran kir. Di encama wê de endamekî hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û 3 şervanên QSD`ê jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirina biryara agirbestê didomîne. Balafireke keşfê ya  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh navçeya Zirgan a girêdayî herêma Serêkaniyê bomeberan kir. Ev yek binpêkirine diyar ji biryara agirbestê ya di navabera Amerîka û dewleta Tirk de ye.

Di encama bomebaranê de endamekî hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û 3 şervanên QSD`ê jî birîndar bûn.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê. Li gorî kadroyên tendirûstiyê ku rewşa her sê birîndaran giran e.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din