Navenda Arî ji bo pêşxistina behreyên jinê li Sirînê hate vekirin

Desteya Jin a navçeya Sirînê ya herêma Firatê Navenda Arî ya perwerde û pêxistina behreyên jinê bi merasîmekê vekir. Bi dehan jin ji navçeya Sirînê tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a Weqfa Jina Azad ya herêma Firatê Emîne Mihemed axivî û destnîşan kir ku beriya çend salan navçeya Sirîn bi rengê reş hatibû dorpêçkirin û jin tenê di mal de kar dikir. Lê Îro ji rolek di avakirina civakê de bi awayekî çalak dilîze.

Piştre endama Kongreya Star Henaa Ehmed navend vekir.

Di navendê de wê dewreyên fêrkirina zimanên Kurdî û Erebî ji jinan re werin vekirin tevî dewreyên fêrkirina dirûnê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din