Navenda Baqî Xido şevbêrkek li dar xist

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê duh bi şev bi beşdariya komên hunerî şevbêrkek li dar xist.

Bi rasthatina cejna Remezanê re û zindîkirina folklora kurdî Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, şevbêrkeke hunerî organîze kir. Şevbêrka hunerî bi beşdariya bi dehan şêniyên bajarê Kobanê û bi pêşkêşiyên komên stranan hate birêvebirin.

Şevbêrk li qada navendê bi beşdariya komên Şehîd Gîvara, Şehîd Botan û Koma Kolav pêk hat.

Di şevbêrkê de pêşbirka "Pirs û Bersiv" hate organîzekirin û piştre xelat li kesên serkeftî hatin belavkirin. Şevbêrkê heta saetên dereng berdewam kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din