Navenda Çand û Hunerê li Cezayê hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê li bajarokê Cezayê bi merasîmekê hate avakirin.

Bi armanca vejandin û pêşxistina çanda erebî ya herêmê Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê îro bi merasîmekê navenda Çand û Hunerê li bajarokê Cezayê yê ku piraniya niştecihên wê ji pêkhateyê Ereb e, vekir.

Bi dehan şêniyên bajarokê beşdarî merasîmê vekirina navendê bûn.

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîdê QSD‘ê Mihemed Îbarhîm Leylî, Melka El-Elî ve hate vekirin. Piştre bernameya merasîmê bi deqeya rêzgirtin dest pê kir.

Bi navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê cîgirê hevserokatiya desteyê Ehmed Çetelê, Meclisa Navçeya Til Hemîsê hevserokê meclisê Salih El-Xelef, bi navê Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Cezayê Mensûr El-Abdullah û bi navê PYD‘ê endamê rêveber ê partiyê Heyal El-Xiweyir axivîn.

Di axaftinan de vekirina navendê hate pîrozkirin û hêvî kirin ku bibe navenda pêşxistina çanda herêmê.

Piştî axaftinan, komên navenda çandê ya Til Hemîsê û komên dibistanên Cezayê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Koma Zarokan a Dibistana Filistîn şanoya "Zanist û Celil", zarokên Dibistana Xuzaa jî şanoya "Zarokên Efrînê" û ya "Hezkirina Xakê", her wiha zarokên Dibistana Cezayê jî dîlan pêşkêş kirin.

Koma Selam a navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê jî stranên netewî gotin.

Merasîm bi stranên hunermendê navenda çand û hunerê Tariq El-Hisên û hunermendê Iraqî Xidir El-Ehmed li gel gerandina dîlanan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din