Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê dest bi dewreyên havînî kir

Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û gundewarên wê dewreyeke perwerdeyê ya fêrkirina xêza Erebî vekir.

Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê û gundewarê wê dewreyên perwerdeyê yên bi armanca pêşxistina bahreyan didomîne. Di vê çarçoveyê de navendê di 22‘ê Hezîranê de dewreya fêkirina xeta erebî "Xêz" vekir. Li gorî berpirsên navendê dê demên pêş dewreyên wênesazî, peykersaz û mûzîkê didome.

Rêvebera Navenda Çand û Hunerê Roz Îshaq li ser mijarê diyar kir ku"Di vê havînê de dê dewreyên perwerdeyê yên wênesaz, peykersaz, şano, dîlan û alavên mûzîkê (Ûd, bilûz, org, gîtar) werin vekirin û em ê perwerdeyê nota stranan û tembûrê dewam bikin."

Roz anî ziman ku dê dewreyên perwerdeyê 3 mehan dewam bike, hefteyê 3 rojan û her roj saetekê û got perwerde wê bê pere be .

Yek ji endamên navendê bi navê Salih El-Şêx Cinêd li ser dewreya xetê erebî anî ziman ku dewre dê 3 mehan dewam bike, tê de waneyên li ser xetên erebî "Rûqa û Dîwanî" werin dayîn.

Salih destnîşan kir ku 20 kesan ji temenên cûda navê xwe li navendê qeyd kirine da ku beşdarî dewreyê bibin û got, dibe hejmar zêdetir bibe ji ber tomarkirina navan hîna berdewam e.

ANHA


Mijarên Din