Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê dest bi projeyeke nû kir

Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û Gundewarên Wê dest bi projeyeke perwerdeyê kir ku dê komeke muzîkê ya stranan ava bike.

Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û Gundewarên Wê projeyeke avakirina komeke muzîkê li bajêr dest pê kir. Bernameya perwerdeyê sere vê mehê dest pê kir. Heftane waneyên muzîkê tên dayîn.

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Omer Mehmûd diyar kir ku navend pêşwaziya hemû kesên ku dixwazin navên xwe tomar bikin, dike.

Li ser planên pêşerojê yên nêz, Mehmûd got ew hewl didin dewreyên wênexêziyê, dîlan, stran, şano û fêrkirina alavên muzîkê vekin. Ew yek dê piştî bidawîbûna ezmûnên xwendinê pêk bê da ku rê li pêşiya her kesî vebe ku navên xwe tomar bikin.

Omer Mehmûd li ser projeya destpêkirina koma muzîkê ya starnan axivî û diyar kir ku ew ê nûnertiya bajarê Minbicê bike û hemû çandên bajêr hembêz bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din