Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê mîrateya çandî diparêze

Bi armanca parastina mîrateyên çandî, Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê piştgiriya destkarian kir.

Tevn ji destekariyên herî kevnar e û bi demê re gelek rengên xwe çêbûn, li gel vê yekê wek endustiriya destekariyê rîs li herêmê tê naskirin.

Xalîçeyên destan bi teşe û lihevanîna rengên rîsan têne naskirin, li gel vê yekê ked û westan jê re pêwîst e, ji ber gelek kar jê re divê; wekî anîna hiriyê, şûştin û paqijkirin, zûhakirin, paşê daweşandin û herî dawî jî bi teşîrêstin.

Li herêmê herêma Cizîrê jinên vî karî dikin kêm in, anku jinên guhdanê bi mîraseyên çandî  dikin kêm in, lewma Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê alavên pêwîst ji welatiya bi navê Şêxa Şelo re pêşkêş kirin.

Têkildarî awayê çêkirina xalîçeyê Şêxa wiha got: “Em hiriyê amade dikin, paşê baş dişon, dadiweşînin û paşê hiriya xwe dikin ta, piştî bidawîkirina xebata takirinê, bi awayekî hevsengî hem dirêjbûn û hem jî bi kêmberiyê radixînin da ku xalîçeyê çêkin.”

Der barê alavên ji bo çêkirina xalîçeyê de tenê 3 dar ji bo bicihkirina rîsan û tîrek û hin alavên din pêwîst in. Şêxa Şelo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ki zaroktiya xwe ve ez ji dêya xwe fêrî çêkirina xalîçeyê bûme, diya ez hem parastina mîrateyên kevnar dikim û hem jî wekî jêdera debara me ye. Ez ji mala xwe, cîran û xizmên xwe re xalîçeyan çêdikim. Ez bang li jinên cîhanê dikim ku li vî karî xwedî derkevin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din