Navenda Çavdêriyê: Di 120 rojan de 900 sivîl hatin kuştin û 700 hezar koçber bûn

Bombebarana asmanî û bejahî li “herêmên bêçek" didome. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bombebaranên 120 rojan dawîn belge kirin. Di şerên giran de derdora 900 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 700 hezar kes koçber bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji şeva yekşemê heta niha bombebarana asmanî û bejahî bi giranî li ser “herêmên bêçek" didome.

Balafirên şer ên rejîmê zêdetirî 31 caran Ihsem, Sifohin, Kefer Iwêd, Kefer Sencê, Rekaya, Besqela, Keferoma û Fetîrê yên başûrê Idlibê kirin hedefa xwe, her wiha balafirên şer ên Rûsyayê jî 20 derbeyên asmanî li Ihsim, Mera Niman  û derdora Kefernebil ên başûrê Idlibê û derdora Sirmaniyê li Sehil El-Xab û derdora Kubanê li Cebel El-Ekrad pêk anîn.

Balafirên şer 18 bermîlên teqemeniyê avêtin cihên li Kefernebil, Merat Numan, derdora Kensefrê û Barê yên başûrê Idlibê, her wiha hêzên rejîmê bi dehan top avêtin herêmên li gundewarên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê û çiyayên Laziqiyê û gundewarên Helebê.

Li herêmên qaşo bêçek li gorî hevpeymana Rûsya û Tirkiyê, ji roja hilweşandina agirbestê ve şerekî giran rû dide.

Hêzên rejîmê ji wê demê ve  dikaribû pêşketineke mezin pêk bîne ku cara yekemîn ji sala 2012’an ve hemû gundewarên bakurê Hemayê kontrol kirin, her wiha rêya navneteweyî ku di bajarê Xan Şêxûn re diçe, kontrol kir.

Navenda Çavdêriyê ji destpêka şer ve di 30`ê Nîsana 2019’an de bombebarana derdora 18 hezar û 478 derbeyên asmanî yên herî giran li ser herêma bêçek belge kir, her wiha zêdetirî 76 hezar û 860 derbeyên bejahî ku hêzên rejîmê ji derveyî topên ku komên çete bi ser cihên rejîmê de pêk avêtin, pêk anîn.

Navendê diyar kir ku di şer de 992 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Ji ber vê yekê, zêdetirî 165 hezar sivîlên Sûriyê ji herêmên xwe yên gundewarên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê koç bikin, ew yek ji dema hilweşandina rawestandina şer roja duşema 5`ê Tebaxê ve, bi giştî hejmara koçberan gihaşt zêdetirî 715 hezar sivîlan ji dawiya Nîsanê ve.

(jo)


Mijarên Din