Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan encamên şerê li “herêmên bêçek" belge kirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê serencama qurbaniyên di 4 mehên şer û topbarana di navbera hêzên rejîmê û komên çeteyan ên ku desteka we ji Tirkiyê digirin de, belger kirin û her wiha dîsa serweriya rejîmê ji 66 bajar, bajarok û gundan re belge kirin. Navendê diyar kir ku di encama 4 mehên şer de hezar û 41 sivîlan jiyana xwe ji dest daye

Li gorî hevpeymana Rûsya-Tirkiye û Îranê ya li Astanayê îro gurbûna şerê li herêmên qaşo bêçek, 4 mehan li pey xwe dihêle û tê zanîn ku ji 30`ê Nîsanê ve şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê ku Rûsya destekê dide wan û komên çete yên ku Tirkiye destekê dide wan de rû dide. Hevpeymana Astanayê ya sêalî, Sûriye kir 4 herêm û 3 herêm di bin serweriya rejîmê de ma.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Brîtanyayê ye û aloziya Sûriyê belge dike, diyar kir ku ji 30`ê Nîsanê ve û heta 30`ê Tebaxê ve 4 hezar û 52 kesan jiyana xwe ji dest da, di nav wan de hezar û 41 sivîl hene, her wiha ji wan 80 sivîl û 26 û 14 welatî di encama topbarana çeteyan ji herêmên di bin serweriya rejîmê yên li Heleb û bejahiya wê û bejahiya Hemayê de bûn qurbanî, di heman demê de yên sivîlên din jî di encama topbarana rejîmê, balafirên Rûsyayê û topbarana bejahî ya rejîmê jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî hejmara kuştiyên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de, navendê navên hezar û 387 leşkerên hêzên rejîmê û çekdarên wê belge kirin û navên hezar û 624 çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin, belge kirin.

Têkildarî serweriya xakê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, serweriya hêzên rejîmê careke din ji bakurê bejahiya Hemayê ku ji 2012`an ve ne di bin serweriya rejîmê de bûn, her wiha bajarê Xan Şêxûn, bajarok, gund, nuqteyên rojhilat û rojava belge kirin. Li ser vî esasî hejmara herêmên ku rejîmê li bejahiya Hemayê û Idlibê ji 30`ê Nîsanê ve serwer kirine, gihaşt 66 herêman.

Navên herêmên ku hêzên rejîmê dîsa bi dest xistin, wiha ne: Zeviyên Xuyên, Zerzor, El-Temana û zeviyên wê, Sekyat, Til Exber, Erbiûn, Zekat, El-Sexir, Cêsat, Seyad, Til Seyad, bajarokê Keferzêda û  nuqteyên wê yên li rojava, El-Letmaniya, Seyad, Biweyda, Markebê, Letmî, bejahiya bakurê Hemayê anku Lehayê, bajarê Xan Şûn, Til Sikêk, Tera, Til Tera, El-Hêbit, Abidîn, Mexer El-Henta, Kefer În, Medaya, Merdem, zeviyên Mendar, Keferzîdon, Sabixiyê yê li aliyê bejahiya başûrê Idlibê, gelek gir, nuqte, zeviyên li herêmê, Qesabiyê, Himêrat, Herdenê, Qarotiyê, Qeyrata, gelek tengev, Tiwêna, Kefernebûda, Banê, Til Osman, Mesterrîha, Şerîa, Bab Taqa, Cabiriyê, Til Hewaş, Tobê, Şêx Îdirîs, Muhacirîn, Hemra, Hiwêz, Hesraya, Ebû Reaîda, her du herêmên Azîziyê û Rey.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hejmara welatiyên di encama şer di koçberkirinê de belge kirin û got zêdetirî 725 hezar sivîl koçber bûne û zêdetirî 26 nuqte û nexweşxane di encama topbarana dijwar a Rûsyayê de derveyî xizmetê ne.

Di heman çarçoveyê de navendê li herêmên qaşo bêçek derbeyên asmanî yên ji 30`ê Nîsanê ve û heta 30`ê Tebaxê belge kirin û got derbe gihaştine 19 hezar û 245 derbeyên asmanî, 9 hezar û 270 êrîşên ku balafirên rejîmê yên şer pêk anîne, 6 hezar û 89 bermîl hatine avêtin, 3 hezar û 886 êrîşên asmanî yên Rûsyayê, her wiha zêdetir 8 hezar û 240 derbeyên bejahî ku hêzên rejîmê bi moşekan pêk anîne û toparana komên çeteyan ji nuqteyên rejîmê yên li herêmê pêk anîne.

(eh)


Mijarên Din