Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan: Li Idlibê herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku li bakurê rojavayê Idlibê, di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê de herî kêm 20 kes hatin kuştin.

Navendê diyar kir ku di nava kuştiyan de 8 zarok hene.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan bi bîr xist ku balafirên Rûsya bazara gundê Bilyon topbaran kirin û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.Di heman demê de di encama topbarana gundê Barûdê de 4 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriyê diyar kir ku hilîkopterên Sûriyê êrişî topavêj avêtin gundê Ebdîta û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, di heman demê de êrişî gundên Bicxas  û Tilmisin kirin û 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.

(eh)


Mijarên Din