Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan: Rejîm komkujiyan pêk tîne

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê şer û topbarana di navbera rejîma Sûriyê û komên çeteyên dewleta Tirk li herêma qaşo bêçek de piştrast kir û diyar kir ku hêzên rejîmê li bejahiya Maarat Nûman komkujî pêk anîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê topbaran, avêtina moşekan û reşandina guleyan ên hêzên rejîmê û komên çete yên Tirkiyê, belge kirin û li eniyên Til As, Medaya û Tera ya başûrê bejahiya Idlibê ji duh û heta van kêliyan şerekî dijwar rû dide.

Hejmara êrîşên balafirên rejîmê li ser herêmên Xan Şêxûn, Rekaya, Hêş, Kefersicnê, Şêx Mistefa, Tera, Maart Herma, Marşorîn, Rojhilatê Dêr, Hezarîn, Temanaa, aliyên başûrê parêzgeha Idlibê anku Tilminisê gihatş 47’an.

Her wiha balafirên Rûsyayê li Rekaya, Secna, Erînba, derdora Abidîn, Teraa, başûrê bejahiya Idlibê û eniyên Çiyayê Kurmancan herî kêm 15 êrîş pêk anîn.  Her wiha îro helîkopteran bermîl avêtin başûrê gundê Neqîr ê Idlibê.

Hêzên rejîmê zêdetirî 300 top û moşek avêtin aliyên başûrê bejahiya Idlibê, bakurê bejahiya Hema û Çiyayê Laziqiyê.

Komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyê moşek avêtin Komeleya Zehraa ya bajarê Heleba ku di bin serweriya hêzên rejîmê de ye.

Li bejahiya Maaret Nûman komkujî

Navena Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê windahiyên topbarana li rojhilatê gundê Dêr ê başûrê Idlibê yê girêdayî bajarê Mara belge kir û got: "Îro hejmara kesên di encama komkujiya balafirên rejîmê de li gund jiyana xwe ji dest da, gihşat 7 şehîdan. Şehîd welatiyek û 6 zarokên xwe bûn, di nav wan de 3 zarokên ku hêj temenê wan nebûye 18 salî.  Ji ber ku rewşa birîndaran di metirsiyê de ye, dibe ku hejmara şehîdan zêde bibe.”

Nirxandinên Rûsya-Tirkiyê diyar kir ku ji 30`ê Nîsanê û heta îro hejmara sivîlên li herêmên qaşo bêçek zêdetir bûye û gihaştiye 935 sivîlan, di nav wan de 232 zarok û 172 jin hene.

(eh)


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar