Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan vekişandina çeteyan ji Xan Şêxûnê teqez kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got komên çete bi awayekî giştî ji bajarê Xan Şêxûn ê bejahiya başûrê Idlibê û gund û bajarokên bejahiya bakurê Hemayê vekişiyan.

Ev yek jî di çarçoveya pêşketinên rejîmê de li herêmê pêk hat. Hêzên rejîmê îro girên Nimir û Sêryetêl ên ku li ser bajarê Xan Şêxûn serwer in, kontrol kirin, ev yek jî piştî ku hêzên rejîmê ketin hin taxên bakurê bajar, pêk hat.

Li herêmê şerên giran rû didin.

(kc)


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar