Navenda El-Cezrat ji 75 hezar şêniyên re xizmetên tenduristiyê pêşkêş dike

Navenda Tenduristiyê ya El-Cezrat xizmetên tenduristiyê bê pere ji 75 hezar şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê re pêşkêş dike. Ji aliyekî din ve aliyên têkildar piştgiriya saziyên tenduristiyê yên herêmê didomînin.

Navenda Tenduristiyê ya bajarokê El-Cezrat El-Bûhemîd li rojhilatê Dêrazorê ji destpêka meha Tebaxa sala borî ve dest bi xebatên xwe kiriye. Piştî ku bi temamî hate sererastkirin, tevî ku ji tevahiya aliyan ve mîna kehrebe û avê hate amadekirin. Her wiha jeneretorek li navendê hate bicihkirin da ku rewşên awarte pêşwazî bike.

Di navendê de tevahiya cureyên derman û amûrên tenduristiyê mîna cîhazê textîta dil, muayenekirina guh û girtina tansiyonê têne peydakirin. Tevî kadroyeke tenduristiyê û rêveberiyê ku ji 11 kesan di nav de bijîşkê zarokan, bijîşkê rewşên lezgîn, 6 hemşîre, pîrik, nobetdarî û rêveberî. Li gorî serjimariya meclisên gel û belgeyên navendê, navend xizmeta zêdetirî 75 hezar kes ji şêniyên her sê bajarokên El-Cezrat, Metleb El-Bû Raşid, herêma Qesba, beşek ji bajarokê El-Hews û bakurê gundên Cerwan li gundewarên Dêrazorê dike.

Li gorî endamên rêveber, navend rojane zêdetirî 100 nexweşan pêşwazî dike. Derdora 190 haletên nexweşiya laşmaniya derman dike, tevî ku derman bi awayekî asayî ji 850 nexweşên şekir re peyda dike.

Endamên Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê tekez kir ku xebatên avakirina du beşên rewşên lezgîn û piştgiriya 7 navendên tenduristiyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê û navenda El-Hewayic li gundewarê rojava berdewam e.

Her wiha iyadeta Heyva Sor a Kurd pêşkêşkirina xebatên tenduristiyê li gundewarên Dêrazorê bi rêya cewleyên xwe yên hefteyê du caran berdewam dike.

Bijşîk û endamên rêveber ên Navenda Tenduristiya ya El-Cezrat, tekez kir ku navend bi hewcedariya alavên tenduristiyê yên mîna cîhazên îko, kursiya zayînê û iyadeta jinan tevî ambulansekê ye.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din