Navenda Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vekirin

Yekemîn Navenda Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo hat vekirin.

Bi dirûşma "Bi hev re hêviyê biçînin" Navenda Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li taxa Erbewiyê ya bajarê Qamişlo hat vekirin. Navend  ji bo şervanên xort û keç ên ku parçeyên laşê xwe di şerê li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê, komên tundraw û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de winda kirine, hat vekirin.

Di Navenda Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek buro hene; perwerde, aborî, rêxistin, disîplîn û têkiliyên dîplomatîk ku bi rêya wan gaziyên şer dikarin pisporiyên teorîk û pratîk wergirin da ku di saziyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bixebitin.

Di merasîma vekirinê de şervanên YPG, YPJ û QSD’ê yên ku endamên laşê xwe di salên borî de winda kirine, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan, kesayetên rewşenbîr, nivîskar, parêzer û nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn.

Hevserokê Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Egîd Îbrahîm ji ajansa me ANHA’yê re diyar kir ku dê navend piştgiriya pêdiviyên gaziyan ên tenduristî û civakî bike û wiha got: "Em hewl didin bi rêya vê navendê gaziyên şer perwerde û bi rêxistin bikin, wan di hemû aliyên rêvebertî û saziyan de bi hêz bikin da ku cihê xwe di pêşerojê de bigirin."

Endamê Federasyona Gaziyên Şer Gelhat Kobanê yê ku di hemleya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bûye, kêfxweşiya xwe der barê vekirina navendê de anî ziman û diyar kir ku dê navend pêwîstiyên gaziyên şer bi taybet aliyên tenduristî û fikrî de dabîn bike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 22 hezar birîndarên ku di têkoşîna li dijî komên tundraw, çeteyên DAIŞ’ê û di bersivdana êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne, hene.

(fr)

ANHA


Mijarên Din