Navenda Firatê encamên anketa der barê Rêveberiya Xweser de eşkere kir

Navenda Lêkolînan a Firatê encamên anketa nêrîna welatiyan a der barê hin mijarên siyasî, aborî, civakî û xizmetguzarî, li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Navenda Lêkolînan a Firatê li buroya xwe ya li bajarê Qamişlo civîneke çapemeniyê lidar xist û encamên anketa nêrîna welatiyan a der barê hin mijarên siyasî, aborî, civakî û xizmetguzarî, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Serokê navenda Firatê Dr. Silêman Ilsyas diyar kir ku ew her salan 3 anketan pêk tînin, anketa vê carê meha Nîsanê dest pê kir û ta meha Gulanê dewam kir. Di anketê de welatiyan der barê kar û xebatên rêveberiyên xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bersiva 14 pirsan dan.

Li gorî Ilyas pirs û encamên anketê wiha ne.

1-      Hûn çi cudahiyê di navbera saziyên rêveberiyê û hikûmeta Sûriyê yên berî 2011`an de bidînin.

Yên rêveberiyê baş in  60%, yên hikûmetê baş in 5.7 %, mîna hev in 17%, nizanim 10%, bê bersiv 7.1%.

2-      Li gorî we rêveberiya xweser nûneriya hemû pêhateyan dike?

Erê 56.1%, goranî (Nisbî) 30.6%, na 8.6%, nizanim 4.3%, bê bersiv 0.5.

3-      Hûn xebatên saziyên rêveberiyê çawa dibînin?

Baş e 35.4 %, pêdivî bi reformê heye 47 %, ji kokoê ve guherîn pêwîst e 11.8%, nizamin 4.7 %, bê bersiv 1.1 %.

4-      Hûn alîgirê wê ye ku berpirsyarên rêveberiyê bê hilbijartin bêne destnîşankirin?

Na 63.7%, erê 13.4 %, pêwistiyeke demkî ye 16.3 %, nizanim 5.5%, bê bersiv 1.1%.

5-      Hûn reftara hêzên ewlehiyê (Asyiş) ên rêveberiyê bi welatiyan re çawa dibîne?

Erênî ye 71.4%, neyênî ye 12.6%, nizanim14.7%, bê bersiv 1.4 %.

6-      Nêrîna we li ser serbixwebûna dadê çi ye?

Dad serbixwe ye 34.6%, ne serbixwe ye 25.2%, nizanim 38.8%, bê bersiv 1.8%.

7-      Nêrîna we der barê karên dadê ji bo pêkanîna edaletê de çi ye?

Dadmend e 31.4%, goranî (nisbî) 41%, ne dadmend e11.4%, nizanim 15.2%, bê bersiv 0.9%.

8-      Nêrîna we der bare xebatên rêveberiyê yên xizmetguzarî de çi ye?

 

Pêdibiyan pêk tîne 28.7%, hinek pêdiviyan pêk tîne 53.6, pêdiviyan pêk nayine 11.9%, nizanim 3.2%, bê bersiv 2.5%.

9-      Li gorî te rêveberî xebatkaran li gorî pîşe û hostayiyê erkdar dike?

Erê 20.8%, na 28%, ne hemû caran 43.3%, nizanim 6.9%, bê bersiv 1.1%.

10-  Li gorî te komîn di warê pratîk de parçeyekî aktîv yê rêveberiyê ye?

Erê 35.9%, goranî 37.1 %, na 21.1 %, nizanim 4.9%, bê bersiv 1%.

11-  Derbarê gendeliyê (bêrêtî) de çi tê kirin?

Şerê wê tê kirin 29.9%, tê astengkirin 31.1%, tê nuxumandin (veşartin) 20.2%, nizanim 17.6, bê bersiv 1.1%.

12-  li gorî te saziyên ragihandinê yên herêmî nûneriya civakê dikin?

Erê 39.2, goranî 35.9, na 12.8, nizanim 6.7, bê bersiv 5.5%/.

13-  Tu agahiyên xwe yên sereke ji kû digre?

TV 45.9 %, înternet 34.4%, rojname 2.4%, radiyo 2.1%, civaka derdorê 14%, bê bersiv 1.2%.

14-  Ragihandin li herêmên rêveberiyê azad e?

Azad e 37.2 %,  heta cihekî 37.1%, ne azad e 9.1%, nizanim 13.7%, bê bersiv 2.9%.

Ji xebatkarên navenda Firatê Lorîn Elî derbarê çawaniya amadekirina anketê de axivî û diyar kir ku wan anket li 12 bajar û navçeyên herêmê Cizîrê û Firatê pêk aniye.

Der barê pirsa ka dê anket li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî bête kirin, serokê navendaê Silêman Ilyas diyar kir ku wan anket li herêmên Rojava tenê pêk aniye ji ber ku rêveberî ev çand sal in li van herêman hatiye damezranidn û welatiyên herêmên derbarê xebatên rêveberiyê xwedî agahî û ezmûn in.

Ilyas di diyar kir ku ew ê di demên pêş de li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî anketan pêk bînin.

ANHA


Mijarên Din