Navenda Mafên Mirovan: Balafirên Rûsyayê li Meret Nûman komkujiyek pêk anî

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku vê sibê balafirên Rûsyayê, li bazara bajarê Meret Nûman a li başûrê Idlibê komkujiyek pêk anî, di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûne û rewşa hinekan ji wan giran e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku vê sibê ji ber êrîşên balafirên şer ên Rûsyayê li bazara bajarê Meret Nûman a li aliyê başûrê Idlibê komkujî pêk hat, heta vê kêliyê 16 kesan, di nava wan de 8 kesên nenas hene, jiyana xwe ji dest daye.

Navendê diyar kir ku ji ber ku rewşa hin birîndaran xeternak e, dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe. Her wiha hin agahî der barê kuştiyên din de jî hene.

Her wiha balafirên şer ên rejîmê jî li Kefersenca, Marzîta, Enmenaya, Basîda û Keferoma yên li bejahiya başûrê Idlibê jî gelek êrîş pêk anîn.

Li herêmên qaşo bêçek, ji 30`ê meha Nîsanê ve, hejmara sivîlên bûne qurbanî, gihaştiye 707’an.

(eh)


Mijarên Din