Navenda Meclisa Lihevanîna Êlan a Reqa û Tebqayê hat vekirin

Îro li bajarokê Mensûrayê yê rojhilatê gundewarê bajarê Tebqayê navenda Meclisa Lihevanînê ya Êlan li ser asta Tebqa û Reqa hate avakirin.

TEBQA

Meclis ji 10 endaman, seroke û 3 şêwirmendan û 6 endamên dîwanê pêk tê. Endamên  dîwanê wek tovika bingehîn a meclisê tên hesbandin.

Meclis weke navgîna di navbera rêveberiyê û gel de ye. Her nakokiyên ku di navbera êlan de çareser dike beyî ku bighêjin Dîwana Edaleta Civakî.

Meclisê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi QSD‘ê re di hemû rewşên awerte de koordîne dike.

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Tebqayê Şiyar Mihemed, hevseroka Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê û fermendarên QSD‘ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîma vekirina navendê bûn.

Di merasîmê de fermendarê QSD'ê Omîd Gabar behsa gefên Tirkiyê li ser herêmê kir û diyar kir ku Tirkiye ji şerê wekîlan veguheriya şerê yekser.

Her wiha Omîd destnîşan kir ku pergalên kapîtalîzmê û zordest projeya neteweya demokratîk li herêmên Bakurê Sûriyê napejirînin ji lew re hewl didin bi hemû şêwazan şerê projeyê bikin.

Ji aliyê xwe ve Şêx Ebdulatîf El-Mihemed El-Ferec şêx qebîleya El-Welde axivî û got: "Gefên Tirkiyê me natirsînin. Em ne şerxwaz in. Lê eger şer hat ber deriyê me em amade ne heta dilopa xwîna dawî xaka xwe biparêzin."

Di dawiyê de deriyê navendê di nava dirûşmeyan de hate vekirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din