Navenda Siyasetan a Îmaratê: ENKS bi awayekî cidî nêzî diyalogên kurdî nabe

Di lêkolîneke Navenda Siyasetan a Îmaratê de îşaret bi necidîbûna ENKS`ê ya li hemberî diyaloga kurdî-kurdî hat kirin û hat destnîşankirin di encamê de ENKS tev li ‘Cebhet El-Selam El-Huriye’ (Eniya Aştî û Azadiyê) bû.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di dawiya sala 2019`an de, însiyatîfek ji bo pêkanîna yekitiyê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Têkildarî mijarê, Navenda Siyasetan a Îmaratê lêkolînek weşand û tê de destnîşan kir ku Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji ber ku di diyalogê de ne cidî ye, di Tîrmeha 2020`an de tev li ‘Eniya Aştî û Azadiyê’ bû ku ji gelek hêzên alîgirên dewleta Tirk pêk tê.

Di lêkolînê de hate piştrastkirin ku ev destek hat dayîn, da ku rê li pêşiya Rêveberiya Xweser bê girtin ku hewl dide yekitiya neteweyî ya Kurdan çêke û hîmên ewlekariya li herêmê xurt bike.

Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku diyalog bi hebûna dewleta Tirk asteng dibe û lêkolîn wiha didome: "QSD ji Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dixwaze ku nûnertiya wê di diyalogê de bike. Enqere jî vê yekê qebûl nake. Rûsya jî astengiyeke din e û ew dixwaze QSD`ê bikişîne aliyê xwe, da ku diyaloga bi hikumeta Şamê re ji nû ve dest pê bike. Ji ber vê yekê ku ENKS endama îtîlafa Sûriyê ye, ji Rêveberiya Xweser dûr ket.

Aliyê sêyemîn ku vê diyalogê asteng dike jî, Tehran û hevalbenda wê hikumeta Şamê ye ku dixwazin bi rêya derxistina fitneyan û zêdekirina nakokiyên ewlekariyê li herêmê, aliyên sereke yên herêmê li hev nekin. Ev nêzîkbûn dê aliyên Kurd û Ereb bigihîne hev û dê li hember hegemonyaya Îranê ya li wan herêman bisekinin.

Her wiha li gorî lêkolînê, nêzîkbûna kurdî-kurdî û bandorên wê yên erênî li ser diyaloga kurdî-erebî yên muhtemel, dê xebatên li dijî xetereya DAIŞ`ê bike yek û dê li dijî hebûna Îranê amade bin ku herêm kiriye bingehek ji bo projeya xwe ya stratejîk. 

Lêkolîna ku Navenda Siyasetan a Îmaratê amade kiriye, bal kişand ser bandora diyalogên PYNK-ENKS’ê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku piştî tevlêbûna Kurdan di xebatên siyasî de, dê bandorê lê bike. Li rex wê jî derfet heye ku Rêveberiya Xweser û qaşo opozîsyona siyasî ya Sûriyê nêzî hev bibin.

Di dawiya lêkolînê de, îşaret pê hate kirin ku dê xebatên yekitiya neteweyî yên Kurdan destekê bidin çareseriya siyasî ya li Sûriyê.

(şx)


Mijarên Din