Navenda Îsraîlê: Artêşa Îsraîlê bi zanebûn welatiyên filistînî dikuje

Navenda Agahdariya Mafên Mirovan a Îsraîlê "Tselem" got, artêşa Îsralê bizanebûn welatiyên filistînî yên ku beşdarî xwepêşandanên veger û şikandina ambargoya li ser sînorê Xezayê dibin, dikujin.

Navenda Agahdariya Mafên Mirovan a Îsraîlê "Tselem" got, artêşa Îsralê bizanebûn welatiyên filistînî yên ku beşdarî xwepêşandanên veger û şikandina ambargoya li ser sînorê Xezayê dibin, dikujin. Tselem duh êvarî got, duh artêşê ciwanekî ku beşdarî xwepêşandanên veger û şikaninda ambargoyê ya heftane bûbû, kuşt. Heman demê de zêdetirî 56 welatî jî birîndar kir.

Navendê got, di encama gulebara derqanû ku Îsralê pêk tîne, bi sedan ji welatiyên Filistînê hatin kuştin û bi hezaran birîndar bûne.

Navendê diyar kir ku aliyên fermî yên Îsraîlê derbarê kuştina welatiyên di xwepêşandanan de, beyî sûc heta bi nêrîna Îsraîlê, îtîraf kir.

Navenda agahdariya Îsarîlê got: “Tevî vê yekê berpirsên Îsraîlê fermana neguherîn, berevajî vê yekê artêşa Îsraîlê rêbaza tecrûbe û şaştî wekî ku filistînî ne mirov in, berdewam kirin û di encamê de jiyana wan û malbatên wan hate wêrankirin. Berî çend rojan diyar bû ku aliyên fermî yên Îsraîlê baş dizanîn ku di navbera daxuyaniyên berpirsan û rewşê de nakokiyek heye. Rêbaza gulebarê ya ku artêşa Îsraîlê ji beriya salekê ve bi kar tîne, bû sedama kuştina herî kêm 206 welatiyên Filistînê. Ji wan 37 zarok û bi hezaran birîndar hene."

Ev jî nîşaneya ku artêşa Îsarîlê kesên hemberî xwe yên li Xezayê mirov nabîne, her wiha dadgeha bilind a Îsarîlê ev yek bawer kir û şêwazê "Astengkirina sûcdarî ya artêşê"piştrast kir.

Tselem wiha got: "Ji destpêkê û heta ragihandina xwepêşandana yekemîn, Îsraîl nas kir ku xwepêşandan ji hebûna wê re metirsî ye û beşdar wekî xeternak dît. Ji vî mentiqî ji destpêka xwepêşandana yekemîn ve arêtşa Îsraîlê siyasta gulebarê û qanûnên dijber pêk anî, di vê derbarê de gule li xwepêşandêran reşand, lê metirsî ser tikesî çênekirin."

Hêjayî bibîrixstinê ku ji 30`ê meha Adara 2018`an ve Filistînî xwepşadanên li ser sînorê Xezayê lidar dixin, banga vegera penaberên Filistînê dikin û şikandina ambarogoya ku ji beriya 12 salan ve li ser Xezayê hatiye ferzkirin, kirin.

(eh)


Mijarên Din