Navenda Tenduristiyê li bajaroka Ebdan hate vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Şedadê li bajarokê Ebdan naveneke tenduristiyê vekir.

HESEKÊ

Bi armanca alîkardayîna bi welatiyan re, Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Şedadê ya kantona Hesekê naveneke tenduristiyê li bajaroka Ebdan bi merasîmekê vekir.

Navenda tenduristiyê dê xizmeta 50 gundên girêdayê bajaroka Ebdan bike û derman bê pere pêşkêşî nexweşan bike.

Di navendê de 6 hemşîre, du bijîşk û erebeyeke ambulansê pêk tê.

Di merasîmê vekirina navendê de, bi navê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso, Meclisa bajaroka Ehmed, Ehmed El-Mihemed û bi navê Komîteya Tenduristiyê Kewser Ehmed axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina navendê li welatiyan hate pîrozkirin û xebatkarên tenduristiyê hatin silavkirin.

Deriyê navendê ji aliyê dayika Şehîd Ebdulezîz Silêman ve hate vekirin.

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din