Navenda Tenduristiyê ya El-Xatûniyê pêwîstî bi alîkariyê heye

Navenda Tenduristiyê ya Xatûniyê xizmeta tenduristiyê ji beşeke mezin ji gundewarên rojavayê Reqayê re peyda dike. Rêxistinên mirovî alîkariyê nadin û pêwîstiya navendê bi destekê heye.

Navenda Tenduristiyê ya Xatûniyê di 1’ê Tebaxa 2018`an de hate vekirin. Ev navend navenda tekane ya li xeta Mezarî ya li gundewarên rojavayê Reqayê ye. Lê gelek kêmasî ji aliyê derman, xebatkar û alavên tenduristiyê ve hene.

Di navendê de odeya destwerdana lezgîn, dermanxane û ambulansek heye. Lê gelek cureyên dermanan li dermanxaneyê peyda nabin.

Navend rojane derdora 200 nexweşan pêşwazî dike. Hefteyê du rojan ji bo hemleya aşlekirina li dijî nexweşiya felca zarokan û laşmanyayê bê pere hatine diyarkirin.

Ji ber kêmasiyên navendê şênî bi gilî û gazinc in. Girêdayî mijarê şêniyên gundê Xatûniyê ji ajansa me re axivîn.

Şêniyê bi navê Îsa El-Mistefa got: "Ji ber ku ev navend a tekane ye, pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin. Xebatkarên pispor tune ne. Nexweşî baş nayên teşhîskirin.”

El-Mistefa destnîşan kir ku ji ber rewşa aborî ya nebaş a şêniyan di veguhestina nexweşan ji bajarê Reqayê re astengiyan dikişînin û got: “Em nikarin herin nexweşxaneyên taybet jî.”

El-Mistefa bang li rêxistinên cîhanî kir ku xebatên tenduristiyê ji navendê re pêşkêş bikin û navendên din li herêmê vekin.

Şêniya bi navê Şemse El-Ismaîl jî bal kişand ser kêmasiyên navendê û got: "Pêwîstiyên şêniyan peyda nabin. Bi taybet di aliyê nexweşiyên jin, zarokan û aşleyên asayî de. Ji ber wê em bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariyê ji şêniyên xeta Mezarî re pêşkêş bikin û warê tenduristiyê bi pêş bixin."

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ciwan Zexîre got: "Navendên tenduristiyê li gundewarên Reqayê xebatên tenduristiyê û destwerdanan lezgîn pêşkêş dikin. Lê alavên tenduristiyê, derman û kadroyên tenduristiyê li navendan kêm in."

Zexîre bang li rêxistinên navdewletî û cîhanî yên girêdayî karûbarên mirovî kir ku desteka pêwîst bi taybet derman ji wan re pêşkêş bikin û wiha got: "Wek Meclisa Sivîl a Reqayê derfetên me ji bo pêşkêşkirina destekê ji nexweşxaneyan û navendên tenduristiyê re tune ne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din