Navenda Tenduristiyê ya Eşrefiyê bi derfetên kêm xizmetê dike

Navenda Tenduristiyê ya Şehîd Elî ya taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê ji destpêka hatiye vekirin ve derdora hezar û 390 nexweş pêşwazî kirine û bi derfetên kêm xizmetê dike.

Di dema şerê komên çete û hêzên rejîmê yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de binsaziya taxê hat rûxandin, Nexweşxaneya Henan û nuqteyên tenduristiyê û milkên giştî û yên taybet ji xizmetê derketin.

Bi rizgarkirina taxê û vegera şêniyan re, ji ber rûxandina taxê şêniyan di nav derfetên kêm de jiyana xwe dewam kir. Nexweş jî neçar diman ku biçin taxên din tedawî bibin.

Di demên dawîn de bi armanca xizmeta tenduristiyê Meclisa Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûdê di 28‘ê Çileyê de navendeke tenduristiyê bi navê "Navenda Şehîd Elî ya Tenduristiyê" li taxa Eşrefiyê vekir.

Navenda Tenduristiyê ya Şehîd Elî ji roja vekirinê ve bê navber dixebite û bê pere nexweşan derman dikin.

Hezar û 390 nexweş pêşwazî kirin

Navenda Tenduristiyê ji beşên zarok, jin, hundirîn, destwerdana lezgîn, beşek ji bo birîn, şewat, derzî û sîrom û dermanxaneyê pêk tê. Her wiha ambulansek heye ku nexweşên rewşên wan giran, radike Nexweşxaneya Xalid Fecir.

Di navendê de 3 bijîşkên nexweşiyên hundirîn, 2 bijîşkên nexweşiyên zarokan, 2 ji bo nexweşiyên jinan û 2 hemşîre dixebitin.

Navend bi derfetên kêm heta niha hezar û 390 nexweş derman kirine, jê 300 zarok û 550 yên nexweşên hundirîn bi wan re ne.

Rêvebera Navenda Tenduristiyê ya Şehîd Elî Dr. Majdolîn Seydo diyar kir ku navend li gorî derkeftên xwe nexweşxan derman dike û nexweşên rewşên wan giran, dişînin Nexweşxaneya Xalid Fercir.

Her wiha kêmbûna dermanên nexweşiya laşmanyayê ku di demên dawîn de belav bûye, nexweşiyên şekir, tansiyon û dil, ji navendê re dibe cihê astengiyan, ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovî nexweş neçar dimînin ku dermanan bi buhayên bilind bikirin.

Jina bi navê Meryem Hemîko bi rêya ajansa me spasiya aliyên ku navend vekiriye kir û wiha tîne ziman: "Rewşa min a tenduristiyê ne baş e, derfetên min nîn in ku biçim nexweşxaneyê, ez têm Navenda Şehîd Elî da ku birîna xwe bê pere paqij bikim, li vir derman û derfet kêm bin jî dîsa neçar im biçim nuqteyek din."

Ji aliyê xwe ve Mihemed Osman Hemkê ku nexweşiya şekir pê re heye, dibêje: "Bi vekirina vê navendê ez naçim beşên taybet, lê ji ber kêmbûna dermanan li vir, nexweş dermanan bi nirxekî giran dikirin. "

ANHA


Mijarên Din