Navenda Tenduristiyê ya Şadadê ji ber restorekirinê hinek xebatên xwe taloq kirin

Heyva Sor a Kurd hewl dide Navenda Tenduristiya Gel a Şedadê fireh bike, ji bo ku hejmarên zêde ji nexweşan pêşwazî bike û xebatên tenduristiyê baş bike. Ji ber wê, dê hinek xebatên navendê heya mehekê taloq bibin.

Rêveberiya Xweser xebatên xwe dimeşîne ji bo ku tevahiya warên xizmetguzariyê peyda bike. Ji wan waran a herî girîng warê tenduristiyê ye. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya vekirina navendên tenduristiyê li herêmên cuda, hewl dide xebatên tenduristiyê berfireh bike.

Navçeya Şedadê para xwe ji vê eleqedariyê girt. Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) navçe rizgar kir, bi keda Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd navendek tenduristiyê lê hate vekirin.

Navenda Tenduristiya Gel êdî bûye girîngtirîn navenda tenduristiyê li navçeya Şedadê. Şêniyên zêdetirî 500 gundên Şedadê serdana navendê dikin. Ji ber wê girîngiyê, Desteya Tenduristiyê biryar da ku navendê restore bike û fireh bike ji bo ku hejmarek mezintir ji nexweşan pêşwazî bike.

Ji bo restorekirina navendê, xebatên navendê ji bilî beşa lezgîn, heya mehekê hatin taloqkirin.

Endamê rêveber ê Navenda Tenduristiya Gel a navçeya Şedadê Ismaîl Hec Mihemed got: "Navend bi awayekî mezin xebatan li ser asta navçe û gundewarên wê pêşkêş dike. Pêwîst bû ku avahiya navendê bihata firehkirin, da ku hejmara herî zêde ji nexweşan pêşwazî bike û xebatên pêwîst pêşkêş bike."

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber xebatên restorekirinê, xebatên beşên navendê ji bilî beşa lezgîn heya mehekê hatin taloqkirin heya xebatên restorekirinê bidawî dibin. Hola navendê bi temamî tê restorekirin  û firehkirin. Derî ji bo beşa lezgîn ji aliyê derve têne vekirin. Destav ji bo paqijiya giştî li derve têne avakirin. Bîrek tê kolandin ji bo av hertim li navendê peyda bibe.”

Mihemed îşaret pê kir ku ew niha hewl didin cihekî taybet li navendê ji bo şewitandina dermanên demborî ava bikin.  Ji ber tirsa li ser jiyana zarokan ku li cihên avêtina wê pê bilîzin.

Xebatên restorekirinê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û rêxistinên UBB û Sloodretti têne meşandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din