Navendên çandê bi amadekariyên xurt 8`ê Adarê pêşwazî dikin

Tevgera Kevana Zêrîn a Şehbayê îsa dê 8`ê Adarê bi 8 pêşandanên hûnerî pîroz bike. Navenda Cemîl Horo ya Helebê û Navenda Mihemed ya Qamişlo jî amadekariyên pîrozkirina vê rojê bi pêşandanên bi rengê jinan dikin.

Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê rojane endamên xwe li ser her 8 pêşandanên hunerî ku dê 8`ê Adarê pêşkêş bikin, perwerde dike.

Ji dema destpêkirina Şoerşa 19`ê Tîrmehê ku bi Şoreşa Jinê tê naskirin re jin û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyên civakî û çandî yên cur bi cur pîroz dikin.

Koma Şehîd Berçem, Şehîd Hêva, Şehîd Bêrîvan a êzidî dê stranan pêşkêş bikin, koma Şehîd Viyan Soran dê govendan pêşkêş bike, koma Şehîd Barîn jî dê şanoyan pêşkêş bike. Her wiha li Şehbayê dê helbest û du stranên bi rengekî ferdî bên pêşkêşkirin.

Kevana Zêrîn ji Kanûna derbasbûyî ve amadekariyên xwe dike û her sibeh an li Navenda Tevgerê ya li kampa Serdem a Şehbayê yan jî nîvro li hola Mîtan a li navçeya Ehdas a kantonê, endamên xwe perwerde dike.

 ‘ŞANO’

Şanoyên ku dê bên pêşandan têkildarî îdiayên zilamên desthilatdar in ku xwe demokratîk nîşan dide û qaşo rêzê ji jinan re digire, lê di hundir male de rola jinan paşguh dike.

Têkildarî mijarê, endama rêveveriya  Şanoyê ya Tevgera Kevana Zêrîn Sozdar Umer 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku ji beriya mehekê ve wan dest bi amadekariyên pîrozkirina Cejna Jinan kiriye. 

Sozdar got: “Ev şano bi hevkariya komîna Şano ya girêdayî Desteya Çand û Hûnerê ya herêma Efrînê hatiye birêxistinkirin û dê 4 kes bilîzin.”

Sozdar da zanîn ku di şanoyê de balê dikişînin ser jiyana hevbeş di navbera mêr û jinan de û îdîayên hin mêrên ku xwe wekî demokrat didin nîşandan eşkere dike.

ꞌSTRANꞌ

Stranên ku bên pêşkêşkirin jî, stranên der barê têkoşîna jinan û welatparêziyê de bin. Têkildarî wê yekê endama Koma Şehîd Berçem a Stranan Henîfa Haco got: "Ji bo 8`ê Adarê ku em wê wekî rojeke pîroz dibînin, 11 endam bi moralekî bilind perwerdeyên xwe dibînin. Em ê stranên li ser şehîdan, Efrîn û berxwedana jinan pêşkêş bikin."

ꞌGOVENDꞌ

Bernameyê dîlanê jî ji sê cureyên govendan pêk tê: Foklora Efrînê, govenda botanî û rihanî.

Têkildarî vê yekê endama Koma Şehîd Viyan Soran a Govendê Ciwana Xemîs destnîşan kir ew ê destpêkê govenda rihaniyê pêşkêş bikin, piştre govenda ji foklora Efrînê û di ya dawî de govenda botanî pêşkêş bikin. Ciwana da zanîn ku 8`ê Adara îsbata berxwedana jinan e ku hîna berdewam dike.

ꞌLI HELEBÊ AMADEKARIYÊN XURTꞌ

Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hûnerê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê amadekariyên xurt dike.

Li pîrozbahiya 8`ê Adarê li Helebê îsal dê 5 kom beşdar bibin û stran, şano û govendê pêşkêş bikin. Piraniya wan koma rojane têne perwedekirin.

5 KOMÊN HÛNERÎ’

Her 5 komên hûnerî ev in; koma Stranan ji 11 stranbêj û awazvanan pêk tê, komeke govendê, komeke şanoyê. Tê payîn ku şanoyek têkildarî rola jinan di civakê û Şoreşa Rojava de bê pêşkêşkirin. Koma stranan a zarokan jî heye û temenê wan di navbera 8 û 12 saliyê de ne. Her wiha koma jinên temenmezin a govendên herêmê yên kevin heye.

BANGÊN LIXWEKIRINA CIL Û BERGÊN FOKLORÎ

Jinên ciwan ên taxa Şêxmeqsûd cil û bergên foklorî yên kurdî amade dikin, da ku di Roja Jinan a Cîhanê de li xwe bikin. Her wiha piraniya dikan û werşeyên dirûnê bi çilên foklorî hatine xemilandin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a beşa jinan a Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hûnerê Tîzal Mihemed Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û îşaret bi girîngiya vê rojê kir. Tîzal bang li hemû jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir ku bi cil û bergên foklorî beşdarî şahiyê bibin.

AMADEKARIYÊN NAVENDA MIHEMED ŞÊXO YA QAMIŞLOYÊ

Ji destpêka Sibatê ve Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişloyê amadekariyên xwe yên 8`ê Adarê dike.

Dê di 6 û 8`ê Adarê de şênî pîrozbahiyan li dar dixin û dê li qada Newroz ya li bajarokê Hîmo yê bajarê Qamişlo ev kom beşdar bibin; koma Botan a mûzîkê, koma Balê ya mûzîkê ya xwedî taybetmendiya foklorî, koma Nûpelda ya Mûzîkê, koma Sakîna ya stranan, koma Şehîd Welat a Stranan û Mûzîkê û komên ji bajarê herêma Cizîrê.

RENGEKÎ NÛ YE

Endama Navenda Çand û Hûnerê Gulistan Îbrahîm 8`ê Adarê li tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên cîhanê pîroz kir û îşaret bi taybetmendiya şahiyên 8`ê Adarê yên îsal kir û wiha got: "Ji aliyê rêxistinî ve ji salên berê baştir e, komên her herêmekê dê stranan li herêmên xwe pêşkêş bikin û hemû kom jî dê di 6`ê mehê de dê hemû kom beşdarî pîrozbahiya li vir bibin.”

Gulistan bal kişand ser beşdarbûna jinên ji hemû pêkhateyan û diyar kir ku ew hewl didin pîrozbahiyên îsal bi rengekî nû û bi gelek zimanan, li dar bixin.

Gulistan di dawiya axaftina xwe de îşaret bi zehmetiyên ku îsal di amadekirinê de derketine kir û got: “Me destpêkê hin zehmetî di warê amûrên mûzîkê de kişandin, lê belê em ev zehmetî derbas kirin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din