Navên 40 çeteyên ku dewleta Tirk şandine Azerbêcanê hatin eşkerekirin

Dewleta Tirk hejmareke çeteyên li bajarê Efrînê yê dagirkirî, şandin Azerbêcanê û li gorî çavkaniyan, çeteyan li gel artêşa Tirk perwerde dît û amadekariyên şandina komên din tê kirin.

Dewleta Tirk piştî komên çeteyan şandin Lîbya û Yemenê, li gelek dewletan siyasetên xwe yên berfirehkirinê berdewam dike û têkildarî mijarê çavkaniyên taybet diyar kir ku dewleta Tirk piştî di demên derbasbûyî de şer di navbera wan û Ermenistanê de  derket, komên çete yên bi navên Firqet Sultan Murad duh sibê şandin Azerbêcanê.

ÎSTIXBARATA TIRKIYÊ ÇETEYAN PERWERDE DIKE

Li gorî çavakiyan komeke ji 50`î çeteyan pêk tê li Efrînê bi destê îstixbarata dewleta Tirk perwerde dît. Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî navên 40 kesên perwerde dibin, bi dest ketin û ew jî wiha ne:

Şeilan Merî Xelîl (1976) û navê dayikê Şewqa, Abdullah Sibhî ( 1984) û navê dayikê Emîna, Mihemed Abdurehman Kabî (1983) û navê dayikê Werdê, Mistefa Xalid El-Dîk (1999) û navê dayikê Enxam, Feysel Mihemed Ehmed ji Idlibê (1988) û navê dayikê Sûriye, Xalid Wehîd El-Cuma ji Keferroma (1997) û navê dayikê Emûn, Hesen Mihemed Sexîr (1980) navê dayikê Sekîna, Yezin Welîd Osman (1997) navê dayikê Fatma, Elî Mihemed Dewalîbî (1998) ji gundê Kefer Hemara û navê dayikê Fatima, Mistefa Mihemed El-Qedûr (1999) û navê dayikê Menar, Ehmed Şihadê Şirêdî (1988) û navê dayikê Şemsê, Mihemed Xendûr (1998) û navê dayikê Ezdehar, Hisên Abdulxaliq (1998) navê dayikê Fatma, Mihemed Îbrahîm Cuma (1994) û navê dayikê Hala Arif, Xalid Welîf Rehmûn(1992) û navê dayikê Sibhiya, Samir Abdullezîz Şobek (1994) û navê dayikê Emel, Izo Mehmûd Yusif (1998) û navê dayikê Emûna ji Kereroma ye, Yamin Welîd Abidîn(1996) û navê dayikê Amîna, Necim Nemir Xelîl ji bajarê Helebê (1980) û navê dayikê Sikera, Adil Abdurehman (1994) û navê dayikê Mihdiya, Abdullah Zehredîn Ecînî (1994) û navê dayikê Cemîla, Abdullezîz Mihemed Kabî(1980) û navê dayikê Edîba, Ehmed Abdunasir Mahir (1999) û navê dayikê Muna, Elî Abdullxaliq Hesûn(1997) û navê dayikê Fatima, Ehmed Feysel Îbrahîm (1999) û navê dayikê Behîca, Mihemed Ehmed Bezmanî (1992) navê dayikê Eyûş,  Abaullah Hesen Şobek (1985) û navê dayikê Hemîda, Xalid Mistefa Ebres (1984) û navê dayikê Meryem, Ehmed Îmad Bezara (1997) û navê dayikê Henaa, Hesen Kamil El-Eqdî (1998) navê dayikê Eyşê, Abdullah Abdullezîz Şobek(1997) û navê dayikê Emel, Izedîn Xidir Şakir (1977) û navê dayikê Meryem.

Hemûd Îbrahîm (1998) û navê dayikê Cemîla, Abdulletîf Abdullqadir (1994) û navê dayikê Emîna, Ubeyda Abdurehman Nasir (1999) û navê dayikê Fatma, Nadir Musa Faris (1988) û navê dayikê Nebîha, Îbrahîm Mistefa Hemada (1998) û navê dayikê Îbtîsam, Berekat Mihemed Mihsin (1998) û navê dayikê Şikriya Bekiro, Basil Umer Mistefa (1997) û navê dayikê Fatma, Yusif Îbrahîm Cemal (1991) û navê dayikê Muîna, Cîhad Ehmed Hemewî û navê dayikê Nadiya û Miseb Hesen El-Hesen (1992) û navê dayikê Xezalê.

AMADEKARIYA ŞANDINA KOMÊN DIN TÊ KIRIN

Li gorî hin çavakiyên din zêdetirî 150 çeteyên polîsên leşkerî û sivîl ên artêşa Tirk bêyî mûçe, destûrên salane xwestine û artêşa Tirk jî erê kiriye. Îstixbarata dewleta Tirk pereyên zêde dane çeteyan û bi vê yekê dixwaze wan bişînin Azerbêcanê.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk di meha Tebaxa derbasbûyî de 275 çete şandin Azerbêcanê.

Dewleta Tirk sozê dide çeteyan ku dema beşdarî şerên li derveyî Sûriyê bibin dê nasnameya tirkî bide wan û her mehê jî 2 hezar dolarî dê wergirin.

Piştî Lîbyayê dewleta Tirk 600 çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û Sultan Murad, Nuxbe û Ketîbeya Semerqend şandin Yemenê da ku cihê xwe çêke, nexasim li tengava Bab El-Mendib û ji wir dê wan bişîne Azerbêcanê.

eh

ANHA


Mijarên Din