Navên qurbaniyên komkujiya artêşa Tirk a li Minbicê eşkere bûn

Navên 5 qurbaniyên komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Qort Wêran pêk anî,  eşkere bûn.  

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Qort Wêran û Wîlanlî ku li bakurê rojavayî bajarê Minbicê dikeve, topbaran kirin û di encamê de komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî. Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, di encama komkujiyê de 6 sivîl, di nav de jin û zarok, şehîd bûn û 6 sivîlên din jî birîndar bûn.

Sivîlên şehîd û birîndar bûne, hemû ji heman malbatê ne.

Ajansa me navên 5 kesên qurbaniyên komkujiya ku artêşa Tirk pêk anî, bi dest xistin; Eliya Diyab (60), Fatime Mexlûf (35), Faris Diyab (13), Xifran Diyab(7), Cemîle Diyab (11)

Her wiha navê du birîndaran ku ew jî zarok in, wiha ne; Mehmûd Diyab (7) rewşa xwe hîna xeternak e û Ehmed Diyab (12) ew jî rewşa xwe xeternak e û di bin emeliyatê de ye.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, qurbaniyên komkujiyê hemû ji malbatekê ne û dema li ber mala xwe raketibûn, topa hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li nava wan ket.

kc

ANHA


Mijarên Din