‘Ne her kesê çîrok an jî gotarekê binivîse dibe rewşenbîr’

Beşdarên ku beşdarî panela Mihrîcana 6`an a Yekîtiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê bûn, diyar kirin ku rewşenbîr nabe rewşenbîr eger nikarî civaka xwe ber bi pêşerojek baştir ve neguhere.

Di bin dirûşmeya `Efîn nasnameya xwîn û ezmûna jiyanê ye` Mihrîcana 6`an a Yekîtiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê çalakiyên xwe di roja pêncan de li navenda xwe li bajarê Qamişlo didomîne.

Îro çalakiyên mihrîcanê bi beşdarbûna rewşenbîr, nivîskar û rojnamegeran bi panelekê bi navê `Rewşenbîr û siyaset` destpê kirin.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Silêman Mehmûd, Azad Elî, Faris Osman û hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Sîpan Can di panelê de axivîn.

Di panelê de 4 nuqteyên sereke hatin nîqaşkirin; Çand û rewşenbîr çi ne? Rola rewşebîran di civakê de, rewşenbîr û siyaset û aloziya rewşenbîran.

Lêkolîner Silêman Mehmûd wateya rewşenbîr di nêrîna kilasîk de pênase kir. Di wê nêrînê de rewşenbîr rexnegerê civakê ye, bûyeran analîz dike û çanda xwe nas dike.

Li gorî Silêman Mehmûd rewşenbîr dabeşî du cureyan dibin, rewşenbîrê ensîklopedîk, ew jî xwedî zanyariyên berfireh e û rewşenbîrê pispor mîna mamoste û pisporê zanistên mirovî.

Beşdarên panelê diyar kirin ku rewşebîr nabe rewşebîr eger rewşa civaka xwe ber bi pêşerojek baştir ve neguhêre. Pênaseya rewşenbîr wisa ye; ew kesê hemû tiştên girêdayî tiştekî dizane. Beşdaran zelal kirin ku ne her kesê ku helbestek binivîse dibe helbestvan yan jî her kesek çîrok yan jî gotarek binivîse dibe rewşenbîr.

Sibe Mihrîcana 6`an a Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dê bi ragihandina kesê ku bi xelata HRRK`ê ya afrîneyê bi serkeve bi dawî bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din