‘Ne ji mafê Tirkiyê ye ku daxwaza xebatê li ser madeya 5’an a NATO’yê bike’

Wezîrê karên derve yê Luxembourgê Jan Asselborn piştrast kir ku ne ji mafê dewleta Tirk e ku daxwaza xebatê li ser madeya 5’an a NATO’yê bike. Ji ber ku tu şêwir der barê êrişên leşkerî li Idlibê de bi wê re pêk neanîn.

Wezîrê karên derve yê Luxemburgê Jan Asselborn îro got dewleta Tirk tu şêwir bi NATO’yê re der barê operasyonên leşkerî li dijî Idlibê de pêk neanîn. Ji lew re ne ji mafê wê ye ku tu daxwaza xebatê li ser madeya 5’an a NATO’yê pêk bîne.

Asselborn wiha da zanîn: "Dewleta Tirk tu şêwir bi NATO’yê re der heqê operasyonên xwe yên leşkerî de nekirine. Ji lew re ne ji mafê wê ye ku tu daxwaza xebatê li ser madeya 5’an a NATO’yê bike."

Îro NATO’yê civînek li ser daxwaza dewleta Tirkiyê pêk tîne da ku şêwirên der barê kuştina leşkerên wê li Ildlibê de bike. Lê belê ew civîn berjewendiyên dewleta Tirk dabîn nake û dan û standin li gorî benda 4’an e, li gorî benda 5’an.

(fr)


Mijarên Din