Ne tenê Tirkiye, çeteyên wê jî çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê komên çeteyan û terorsîtên ku bi pêkanîna sûcên şer û bi karanîna çekên qedexekirî li herêmên Sûriyê yên cuda têne tewanbarkirin bi kar tîne. Di nav de çeteyên Artêşa Islamî yên ku li xwe mikur hatine ku di êrişa li ser Şêxmeqsûd de sala 2016`an de çekên qedexekirî bi kar anîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve tevî çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û gelek komên din ên ku sûcên şer pêk anîna û di topbarankirina sivîlan de çekên qedexekirî bi kar anîne, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Di nav wan koman de çeteyên Artêşa Islamê hene. Rûsya ev kom xiste lîsteya terorê ji ber ku çekên kîmyawî yên qedexekirî li Sûriyê û herêmên ku Tirkiyê  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine bi kar anîne. Lê ji berjewendiyên dewletên ku mudexeleya Sûriyê dikin, ew dewlet hebûna van koman di nav artêşa Tirkiyê de paşguh dikin.

Artêşa Islamî kî ne?

Ev kom di 2011`an de li bajarê Doma û Xûta El-Şerqiye li gundewarê Şamê li ser destê Zehran Elûş hate avekirin. Komek çekdar biçûk e û navê Seriyet El-Islam bi nav kir. Ev kom îdia dike ku ji ber şerê Rejîma Sûriyê ava bûye.

Piştî kêmtirî mehekê, Zehran Elûş ê têkiliyên wî yên yekser bi Siûdî Arabistan re heye avakirina Lîwa El-Islamê di 1`ê Hezîrana 2012`an de ragihand. Di Îlona 2013`an de navê wê veguherî Artêşa Islamê. Piştî kuştina Zehran Elûş, Mihemed Elûş ev kom bi rêve bir. Piştre gelek şaxên wê li Heleb, Hims û Hemayê çêbû.

Li gorî çeteyê bi navê Mihemed Elûş Qeter û Tirkiyê desteka vê komê dike û teqez kir ku destek bi rêya odeya El-Mok a ku li Urdinê ji hêla DYA`yê ava bûye dighêje wan.

Di çarçoveya lihevkirinên Astanayê de destpêka 2017`an, "Herêmên bêçek" hatin avakirin. Rûsya û Tirkiyê dest bi morhkirina peymanan kirin. Di çarçoveya wan peymanan de herêm ji çeteyan tê valakirin û ji Tirkiyê re rê tê vekirin ji bo ku axa Sûriyê dagir bike. Ev kom ji gundewarê Şamê hate derxistin û ji herêmên ku Tirkiyê dagir kirine hatin veguhestin. Li ser wê Rûsya rê da Tirkiyê êrişî Efrîn bike di Çileya 2018`an de.

Dewleta Tirk a dagirker çeteyan ji wan herêman ber bi herêmên ku dagir kirine, Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê ve veguhetin. Artêşa Islamê yekser ji Xûta berê xwe da Cerablusê.

Li gorî çavkaniyan, zêdetirî 5 hezar çeteyên Artêşa Islamê li Cerablus, Ezaz û Efrînê hene. Hemû tevî malbatên xwe hatin herêmê û piştî ku artêşa Tirk a dagirker şêniyên herêmê yên resen da koçberkirin, li şûna wan bi cih bûn.

Rûsya Artêşa Islamê wek rêxistinek terorîst disinifîne

Rûsya ji ber girêdana vê komê bi El-Qaîde wek komek terorîst sinifand. Her wiha daxwaznameyek ji Konseya Ewlekariyê re di sala 2016`an de pêkêş kir ji bo ku vê komê li rex koma Ehrar El-Şam wek komek terorîst were sinifandin. Lê Fransa, Brîtanya, DYA û Ukranya li hember vê derketin.

Di Gulana 2016`an de ne tenê Rûsya lê belê Sûriye, Îran û Misr jî ew kom wek komek terorîst sinifandin.

Artêşa Islamê li Şêxmeqsûd li Helebê çekên kîmyawî bi kar tîne û pê îtiraf dike

Çeteyên Artêşa Islamê li rex çeteyên Ehrat El-Şam û Cebhet El-Nusra ve yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin û li gorî fermanên wê tevdigerin, êrişî taxên Şêxmeqsûdû Eşrefiye yên ku piraniya niştecihên wê kurd in ji 2015`an kirin.

Ev kom du caran bi çekên kîmyawî êrişî taxa Şêxmeqsûd kirin. A yekê di 8`ê Gulana 2016`an  de bû û ya din di 12`ê Gulana heman salê bû. Di encamê de gelek sivîl di nav de jin û zarok bûn qurban.

Çeteyên Artêşa Islamê bi serkêşiya Mihemed Elûş bi rêya daxuyaniyekê li ser gelek dazgehên çapemeniyê belav kirin, îtîraf kir ku di êrişên xwe de li ser taxa Şêxmeqsûd çekên kîmyawî bi kar anîne. Her wiha komê destnîşan kir ku çeteyên wê çekên kîmyawî bi şaştî bi kar anîne. Lê pirsa ku xwe dide pêş gelo çeteyan ji ku derê madeyên kîmyawî bi dest xistine?

Tevlibûna wê di êrişên Tirkiyê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Artêşa Tirk  a dagirker di êrişên de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji 9`ê Cotmehê ve komên çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û gelek komên din di nav de Artêşa Islamê bi kar tîne.

Çeteyên Artêşa Islamê li rojavayê gundewarê Serêkaniyê ne, li gundê Mabruka yê ku di navber her du bajaran de Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Çavkaniyan teqez kirin ku çeteyên Artêşa Islamê li ser parvekirina malên ku talan kirine bi komên din re pev ketine.

Ya ku bala mirov dikşîne ew e ku artêşa Tirk a dagirker van komên çeteyan bi kar tîne yên ku bi fosforê spî bajarê Serêkaniyê di 13`ê Cotmehê de topbaran kiriye. Di encama wê topbaranê de qelek sivîl bûn qurban di nav de zarok. Ji aliyekî din ve gelek aliyên hiqûqî û tenduristî bikaranîna Tirkiyê çekên qedexekirî belge kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din