‘Necezakirina DAIŞ’ê dê ji tevahî cîhanê re xeterî be’

Rewşenbîrên bajarê Hesekê hişyarî dan û gotin: “Eger çeteyên DAIŞ’ê neyên cezakirin, dê hebûna wan li ser tevahî cîhanê xeteriyê çêbike.”

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran ê Herêma Cizîrê Ehmed Hiso got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira tinekirina fikirê tarî yê DAIŞ‘ê de zêdeyî 11 hezar şehîd dan. Lewre divê çete li gorî qanûnên navdewletî werin dadgehkirin."

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a şaxê herêma Cizîrê Ezher Ehmed jî ev tişt anî ziman: "Delîlên sûc û komkujiyên ku çeteyên DAIŞ‘ê pêk anîne di destê me de hene. Divê çeteyên DAIŞ‘ê li cihê ku lê sûc kirine, werin darizandin.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran bang li dewletên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ‘ê de bûn û niha di girtîngehên Rêveberiyê de ne, kir ku welatiyên xwe werbigirin. Rêveberiyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê banga avakirina dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Lê heta niha bersiba vê bangê nehatiye dayîn.

Ezher Ehmed hişyarî da û wiha got: “Eger çeteyên DAIŞ’ê neyên cezakirin, dê hebûna wan li ser siberoja herêmê û tevahî cîhanê xeteriyê çêbike.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din