Necimdîn Mele Umer: Cihê Erdogan di xaka Sûriyê de tune ye

Sekreterê gştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necimdîn Mele Umer got Erdogan tevî partiya xwe ji cezayên ku ji ber sûcên li Sûriyê kirine, nafilitin. Mele Umer destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekbûna hêzên leşkerî û sivîl pêkan e.

Dagirkeriya Tirk binpêkirinên xwe li dijî gelê Efrînê û xaka wê didomîne. Herî dawî dagirkeriya Tirk bi armanca rûniştandina dagirkeriyê û tevlêkirina Efrînê ji xaka Tirkiyê re, dîwarê parçekirinê li Efrînê lê dike.

Sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necimdîn Mele Umer girêdayî mijarê ji ajansa me re axivî û Erdogan û partiya wî bi pergalên herî hovane di herêmê de bi nav kir.

Di destpêkê de Mele Umer got: "Erdogan tevî partiya xwe ya zordest, ji pergalên herî tund ên li herêmê ye. Îro Erdogan ne tenê xwe wek serokê Tirkiyê dibîne, lê belê wek kesayeteke desthilatdar û derveyî sînorên dewletên xwe li berjewendiyên xwe digere. Biryarên wî heta li cem gelê Tirk nayên qebûlkirin."

Mele Umer behsa binpêkirinên domdar ên dagirkeriya Tirk ên der heqê gelê Efrînê de, bi taybet girêdayî lêkirina dîwarê parçekirinê kir û got: "Gelo ev dîwar dê sûdê li gelê Tirk bike? Dagirkeriya Tirk navên gundên Efrînê, bi navên Osmanî diguherîne. Osmanî ji Asyaya Navîn hatin û binpêkirinên hovane der heqê gelan de pêk anîn."

Mele Umer wiha domand: "Cihê Erdogan li xaka Sûriyê tune ye. Ew li hember her demokrasiyek yan jî aştiyek di navbera kêmneteweyan û gelan de dibe asteng. Cudahî di navbera olan û kêmneteweyên Tirkiyê de jî diçîne. Her wiha rê li pêşiya derbasbûna terorîstên biyanî ji tevahiya cîhanê ber bi Sûriyê ve vekir."

Di nav gotinên xwe de Mele Umer aloziyên hundirîn ên Tirkiyê bi taybet aloziya aborî destnîşan kir û got: "Em tekez dikin ku bi lêkirina dîwar dê winda bike. Bila li aloziya ku Tirkiye tê re derbas dibe, binêre. Erdogan bi rêya êrîşkirina mafên gelan, aloziya aborî ya dewleta xwe derbas dike. Erdogan tevî partiya xwe dê ji cezayên ji ber sûcên ku kirine, nefilitin."

Mele Umer bang li gelê Kurd ê li Kurdistanê û hemû kesên azadîxwaz ên cîhanê kir ku destekê bidin têkoşîna gel a li hember rejîma Tirkiyê û got: "Rejîma Tirk desthiltdar e, dijminê mirovahiyê ye, piştgiriya wan ji bo me û ji wan re serkeftinek e."

Necimdîn Mele Umer di dawiyê de got derketina dagirkeriya Tirk ji Efrînê bi hevgirtina gelê herêmê bi hêzên xwe yên sivîl û leşkerî û mezinkirina asta çalakiyan ve girêdayî ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din