‘Nedarizandina DAIŞ‘ê dê herêm û cîhanê ber bi xeteriyê ve bibe’

Nûnerê Partiya Nûjen û Demokratîk Mahîr Temran bang li civaka navdewletî kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser dadgehek navdewletî li herêmê ava bikin û wiha got: “Eger DAIŞ’ê neyê darizandina dê xeteriyê ji aramiya herêm û cîhanê re çêbike.”

Nûnerê Partiya Nûjen û Demokratîk Mahîr Temran, têkildarî nedarizandina çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de û girîngiya avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darzandina wan ji ajansa me re axivî. Temran got: "Dem hatiye ku civaka navdewletî daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên derbarê avakirina dadgehekê ji bo darizandina çeteyan, pêk bîne. Hebûna çeteyan dihêle ku pirsgirêk bi demê re kûr bibe û belav bibe."

‘Hebûna çeteyan û malbatên wan barê Rêveberiyê giran dike’

 Temran di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hebûna çeteyan û malbatên wan barê Rêveberiyê giran dike û ji ber çeteyan herêm hertim di rewşeke xeter de ye. Temran wiha got: “Derfetên Rêveberiyê yên ji bo hewandina çeteyan tine ye. Ji ber herêm di dorpêçê de ye û di rewşek awarte de ye.”

Temran destnîşan kir ku divê civaka navdewletî dadgehekê li herêmê ava bike û wiha pê de çû: “Hin dewlet berpirsyartiya xwe ya ji avakirina dadgehê re diyar nekirine û qebûl nakin ku çeteyên xwe werbigrin. Madem dewletên rojavayî sûcdarên DAIŞ‘ê wernagerin û mîsyona xwe pêk nayînin, herî kêm bila hewl bidin dadgeheke navdewletî li herêmên Rêveberiya Xweser ava bikin da ku ew sûcdar werin darizandin."

‘Li herêmê hiqûqnasên zana hene’

Temran anî ziman ku li herêmê kesên di aliyê qanûnan de pispor hene da ku dadgehê ava bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hiqûqnasên ku pîvanên qanûnî pêk bînin dadwer, parêzer û hiqûqnasên zane ne. Dikarin bi şeklekî baş û têr van dadgehan ava bikin û bi awayekî edaletî bi serxînin. Hêviyên şêniyên herêmên ên herî zêde ji ber sûcên DAIŞ‘ê azar dîtine,  bi cih bînin."

Endamê Partiya Nûjen û Demokratîk nerazîbûn nîşanî reva dewletên cîhanî ji wergirtina hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î, da û got: “Mejiyê rojavayî ezezî ye, tenê li berjewendiyên xwe digere.”

Mahîr Temran wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bi vî mejiyî, helwestên xirab ku dê heta asteke mezin ziyan bide derdikevin. Ji ber vê yekê divê zexta li ser herêmên Rêveberiya Xweser a ku di berxwedana li dijî rêxistina terorîst a hov de barekî giran hilgirt û berdêlên giranbuha da, were rakirin."

Mahîr Temran di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî kir ku barê girtiyan rakin û biryara avakirina dadgehekê li herêmên Rêveberiya Xweser bide û got: “Divê her dewletek erka xwe ya derbarê vê dosyayê de bi cih bîne. Eger wisa nebe dê herêm ber bi hejandineke mezin ve biçe. Wê ev yek bandorek mezin li ewlehiya herêm û cîhanê bike.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din