Nejbîr, yek ji nimûneyên jina azad û têkoşer e

Nejbîr Umer (Zinarîn Kobanê) yek ji têkoşerên ku bê tirs û bê dudilî beşdarî şoreşê bû ye. Bi zîrekbûn û rûkeniya xwe dihat naskirin û derdora xwe fêrî hezkirina jiyanê û parastina nirxinê mirovahiyê dikir.

Şervana YPJ‘ê Nejbîr Umer (Zinarîn Kobanê) ji şoreşgerên pêşeng e ku tevlî şoreşgerê bû. Bi şehadeta xwe bû sembola têkoşîn û berxwedanê.

Nejbîr di sala 1995‘an de li gundê Rûbariyê yê girêdaî bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê ku li çiyayê Cûdî dinere tê dinê.

Nejbîr navê xwe ji endameke Tevgera Rizgariya Kurdistanê girtiye, ku dema jidayikbûna wê serdana malbatê dikir.

Nejbîr ji zarokatiya xwe ve bi dilnizmî û rûkeniya xwe dihat naskirin

Bavê şehîd Nejbîr, Mihyedîn û xuşika wê Zindan, qala taybetmendiyên Nejbîrê kirin û gotin: “Nejbîr ciwanek pir ji nîqaşan hez dikir û jê aciz nedibû. Her tim rêya rast nîşanî derdorê dida û şîret dikirin.”

Bav û xuşika Nejbîrê, bi bîr dixin ku Nejbîr pir kêfxweş bû ku têkoşereke Tevgera Rizgariya Kurdistanê ev nav lê kiriye û jê re serfiraziyeke mezin bû.

Hevjîna bavê Nejbîr a piştî wefata dayika wê "Farsa" derbasî jiyana wan dibe, Nadiya jî li ser kesayeta Nejbîr wiha axivî: “Dema ez bi bavê wê re zewicîm Nejbîr di qonaxa amadeyî ya dibistanê de bû. Li hemberî min pir rêzdar bû. Nejbîr hişt ku xuşik û birayên wê ji min re bêjin dayê. Bi hebûna Nejbîr cihê xemgîniyê di nava me de nebû. Her tim dikeniya û tiştên ku pêre çêdibûn bi me re parve dikir."

Tevlêbûna şoreşê

Nejbîr dema dibihîze ku navê wê girêdayî şoreş û têkoşeran e biryar dide ku ji bo welat tê bikoşe. Li ser vê yekê di 18 saliya xwe de cihê xwe di nava şoreşa Rojava de digire. Bavê Nejbîr dibêje, beriya ku şoreşa Rojava dest pê bike, keça wî Nejbîr jê dixwaze ku tevlî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibe û wiha  tîne ziman: "Dema Kobanê ji rejîma Sûriyê hate rizgarkirina û çirûska şoreşa Rojava destpê kir, Nejbîr biryar da ku tevlî şoreşê bibe.”

Nejbîr beşdarî refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe. Li vir perwerdeyên bîrdozî û leşkerî dibîne. Dîtina pewerdeyê jê re bû bingeha pêşengtiya şoreşê. Di vê çarçoveyê bi dehan jin fêrî bi karanîna çekê kirin. Her wiha ew hîn kirin ku çawa di civakê de xwe bi rêxistin bikin da ku ji civakê re bibin serkêş.

Têkoşer Nejbîr cihê xwe di gelek eniyên berxwedanê de yên li hemberî rejîma Sûriyê û komên çete "Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê" de girt.

Hevrêya têkoşer Nejbîr, Nûjîn Dêrik jî dibêje, Nejîbr ji jinên Kurd bû, yên ku li hemberî hişmendiya baviksalarî serî hilda û got: “Armancek Necbîr hebû ku jinan ji zulm  û koletiyê rizgar bike.”

Nûjîn diyar kir ku şehîd Nejbîr da ser şopa xeta hevalên xwe yên şehîd Sozdar, Edalet, Rûken û wiha domand: "Rihê Nejbîrê pir çalak bû. Pir xwe bi pêş xist, têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe armanca wê ya sereke bû."

Şehadet

Dijminên ku li hemberî şoreşa Rojava û destkeftiyên gelê wê bê çare man bi hemû rêbazan xwestin van destkeftiyan têk bibin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên “Artêşa Azad”, DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi mebesta serkeftinan tine bikin ji her aliyan ve êrîşên hovane pêk anîn.

Di êrîşên komên çete yên di sala 2015‘an li ser navçeya Holê de QSD‘ê pêngava Xezeba Xabûrê da destpê kirin. Şervana YPJ‘ê Nejbîrê jî cihê xwe di vê pêngavê de girt.

Nejbîr a ku li ser çeka siuqasetê bû piştî berxwedanek bi lehengî di 31‘ê Cotmeha 2015‘an tevlî kerwanên cangoriyên azadiyê bû.

Şervana YPJ‘ê ya Kanadî Hena Buhman ku hevala şehîd Nejbîr e diyar kir ku dema hevala wê Nejbîr şehîd bû ew li Kobanê bû û got: “Nejbîr rêhevala min bû, pir rûken bû û zîrek bû. Moral dida hevalên xwe."

Ceger ê hevalê şehîd Nejbîr jî dibêje: "Nejbîr em fêrî hezkirin û nirxên jiyanê kirin. Çawa ji bo jiyan û mirovahiyê têkoşîn bikin. Li ser vî esasê em ê têkoşînê bidomînin û tola şehîdan rakin."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din