Nemir Ebru Timtek û xwişka wê Barkin xelata “Ludovic Trario” ya navneteweyî wergirt

Xelata "Ludovic Trario" ya mafên mirovan a navneteweyî ji her du parêzerên Kurd a nemir Ebru Tîmtek a ku piştî 238 rojan ji çalakiya birçîbûnê ya bêdorveger jiyana xwe ji dest daye û xwişka wê parêzer Barkin re ya ku niha di girtîgehên dewleta Tirk de ye hatin pêşkêşkirin.

Xelata "Ludovic Trario” ya mafên mirovan a navneteweyî duh, li bajarê Cinevê yê Swîsreyê ji bo her du parêzerên xwişk ên ji Tirkiyê hate pêşkêşkirin.

Her wiha Serokê Başûrê Afrîkayê yê berê Nelson Mandêla sala 1985`an, parêzera Kurd a nemir Ebru Timtek a ku di dawiya Tebaxa sala borî de piştî 238 rojan ji çalakiya birçîbûnê ya bêdorveger jiyana xwe ji dest daye, xwişka wê ya parêzer Barkin Timtek a ku niha di girtîgehên Tirkiyê de û 18 sal ceza lê hatiye birîn, ev xelata giran wergirtin.

Saziya Parêzerên Gel a ku parastina nemir Timtek dike, piştrast kir ku Ebru Timtek û xwişka wê Barkin xelata Ludovic Trario ya mafên mirovan a navneteweyî wergirtiye.

Ev xelat ji navdartirîn xelatên qanûnî yên li Ewropayê ye. Ev sazî beriya serdemek û nîv hatiye damezirandin. Serokê komîteya jureya taybet ji Cinevê di şahiya ragihandina kesên serkeftî de got: “Me xwest cîhana parêzeran a tarî û zehmet a li Tirkiyê nîşan bidin.”

Ebru Timtek piştî 238 rojan ji çalakiya birçîbûnê ya bêdorveger de di 27`ê Tebaxa borî de jiyana xwe ji dest da. Parêzer Aytac Unsal ketibû heman çalakiyê lê piştî mirina Ebru bi çend rojan serbest hate berdan.

Saziyên hiqûqî û partiyên siyasî yên muxalif meha borî diyar kir ku hikumeta Serokdewletê Tirk Recep Tayyîp Erdogan berpirsa mirina parêzera Kurd e.

Piştî mirina Ebru Timtek Fransa û Yekitiya Ewropayê di dawiya meha borî de bang li Enqereyê kir ku rêzê ji mafên mirovan re bigire.

Wezareta derve ya Fransayê di daxuyaniya xwe de got: “Paris careke din bang li dewleta Tirk dike ku rêzê ji hevpeymên xwe yên navneteweyî re bigire, nexasim lihevkirina Ewropayê ya parastina mafên mirovan û azadiyê.”

(şx)


Mijarên Din