'Nepêkanîna yekitiya kurdî li ser çarenûsa gelê Kurd, xetereyeke mezin e'

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li hemberî daxwaza ENKS`ê ya rakirina materyalên zimanê kurdî yên perwerdeyê nerazîbûna xwe nîşan da û got "Nepêkanîna yekitiya kurdî li ser çarenûsa gelê Kurd, xetereyeke mezin e."

Dan û standinên di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de dewam dikin. Lê belê di qonaxa heyî de ENKS`ê daxwaza rakirina materyalên zimanê kurdî û vegerandina perwerdeya li gorî sîstema hikumeta Şamê dike.

Têkildarî mijarê, endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê nerînên xwe parve kirin.

Ezher Ehmed da zanîn perwerdeya bi zimanê kurdî xewna dayikan, şehîdan û xewna hemû Kurdan bû.

Ehmed da xuyakirin ku dijberiya ENKS`ê bi zimanê kurdî re tê wateya dijberiya bi hebûna gelê Kurd re û wiha domand: “Ziman beden e, ziman rûmeta mirov e. Dema mirov materyalên dijmin qebûl bike, siyaseta dijmin jî qebûl dike."

Hesîna Ehmed jî wiha got: "Mixabin di roja îro de daxwaza rakirina zimanê kurdî dikin û li şûna wê perwerdeya li gorî materyalên rejîmê dixwazin."

Hesîna da zanîn ku helwesta ENKS`ê ne li gorî helwesta gelê Kurd e. Hesîna destnîşan kir ku ev daxwaza ENKS`ê li pêşiya yekitiya Kurdan dibe asteng û got: "Nepêkanîna yekitiya kurdî li ser çarenûsa gelê Kurd, xetereyeke mezin e." Hesîna her wiha bang li ENKS`ê kir ku hişmendiya xwe biguherîne.

Mihemed Beşîr jî da zanîn ku di demekê de ku tevahî gelê Kurd li benda yekrêziya kurdî ye, ENKS bi helwestên xwe yekrêziyê asteng dike.

Beşîr diyar kir ku divê destûra xerabkirina yekitiya kurdî nedin û wiha domand: "Bêyî yekitiyê em nikarin bi ser bikevin.”

Her wiha da zanîn ku aliyên şert û mercên zehmet datînin û rê li ber yekitiyê kurdî digirin, alîkariya dijmin dikin û got: "Em bi hêvî ne ku ENKS dev ji van kiryaran berde û li pey siyasetên dijmin nekeve.”

ANHA


Mijarên Din