Nerazîbûn li hemberî lêkirina dîwarê li Efrînê zêde dibe

Şêniyên kantona Şehbayê nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwarê li derdora Efrînê dan û bang li civaka navdewletî kirin ku li hemberî hewldanên dagirkeriya Tirkiyê yên qutkirina Efrîn ji Sûriyê  tevbigire.

Artêşa Tirk a dagirker lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji Sûriyê didomîne. Dagirkeriyê ji gundê Kîmarê, Cilbirê û Meyremînê hezar metre dîwar lêkiriye.

Şêniyên kantona Şehbayê lêkirina dîwarê parçekirinê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî û rêjîma Sûriyê kirin ku li hemberî hewldanên Tirkiyê yên parçekirina Sûriyê erka xwe pêk bîne.

Şêniyê bi navê Ehmed Bekir hewldana Tirkiyê ya qutkirina Efrîn ji Sûriyê şermezar kir û got: "Bêdengiya rejîma Sûriyê û Rûsyayê li dijî zêdegaviyên Tirkiyê wê yekê diyar dike ku ew kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê erê dikin û dagirkeriyê rewa dikin."

Bekir bang li hemû welatên cîhanê, bi taybet rejîma Sûriyê û Rûsyayê kir ku erka xwe pêk bînin û nehêlin dagirkeriya Tirk lêkirina dîwarê parçekirina li derdora Efrînê bidomîne.

Welatiya bi navê Xemlîn Hisên jî anî ziman ku dîwarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora Efrînê lêdike, dê îradeya wan a rizgarkirina Efrînê neşkîne.

Xemlîn her wiha bang li civaka navdewletî , Rêjîm û Rûsyayê kir li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê demildest tevbigerin.

Şêniyê bi navê Esed Morko nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwar li derdora Efrînê da û got, dîwar yek ji hewldanên parçekirina Sûriyê ye.

Morko got: "Bêdengiya rejîma Sûriyê û Rûsya ya li hemberî lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê diyar dike ku ew binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê erê dikin."

ANHA


Mijarên Din