Neîsa: Astana borseya dabeşkirina berjewendiyên dewletan li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê ye

Xiyas Neîsa piştrast kir ku civînên Astanayê borseya dabeşkirin û leckirina serweriyê di navbera dewletên pêwendîdar li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê de ye û bang li gelê Sûriyê kir ku pişta xwe bidin hêza xwe û hêzên azadîxwaz ên ku modela Rêveberiya Xweser ava kirine.

Îro gera 14’emîn a civînên Astanayê ya der barê Sûriyê de ye. Ew jî piştî binketina qaşo komîteya destûrê û bilindkirina asta şer li ser xaka Sûriyê ye. Di vî warî de ajansa me bi muxalîfê sûrî Xiyas Neîsa re hevpeyvînek çêkir.

Neîsa wiha got: "Ev gerên Astanayê yên di navbera dewletên garantor; Rûsya, Tirkiye û Îranê de ku her carê ji nû ve lihevkirinên di navbera van dewletên destwerdêrên li Sûriyê nîqaş û dîzayn dikin de, pêk tê. Ji nav jî hin nakokiyan li ser bingeha dabeşkirina serweriyê li welatê me çareser dikin."

Neîsa wiha berdewam kir: "Ev gera li Astanayê taybetmedeniyên xwe hene. Piştî du mehan ji êrişên nû yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xaka Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê anku herêmên Rêveberiya Xweser, pêk hat. Her wiha hedefa rejîma Erdogan, têkbirina modela Rêveberiya Xweser bû. Lê xwesteka Rûsya û Îranê dûrî vê yekê ne. Ji ber ku heke xwest ku tecrubeya Rêveberiya Xweser û QSD’ê lawaz bike, lê belê naxwaze serweriyeke Tirkiyê ya mezin li Sûriyê hebe."

Neîsa wiha li axaftina xwe zêde kir: "Aliyên Astanayê bi vî rengî berjewendiyên xwe di êrişên dewleta Tirk de dîtin. Ji aliyekî ve dewleta Tirk parçeyekî din ku di bin serweriya QSD’ê û Rêveberiya Xweser de bû, serwer kir û ji aliyekî dîtir ve jî Rûsya û pê re jî rejîm derbasî herêmên ku berê tê de nebûn, bûn."

Neîsa di dirêjahiya hevpeyvîna xwe de wiha piştrast kir: "Bi nêrîna min, hêmana sereke ya ku nehişt dewleta Tirk bigihîne tevahî armancên xwe, ne helwesta Amerîkayê û ne jî ya Rûsyayê û ne jî helwesta rejîma Sûriyê bû. Lê belê berxwedana lehengane ya QSD’ê û gelê me bû ku zirareke mezin gihand dewleta Tirk û çeteyên wê û nehişt bigihîne hedefên xwe yên dijminatî. Ev waneya girîng e ku divê encam jê bê derxistin û li ser bê axaftin."

Neîsa nameyek ji gelê Sûriyê re şand û got: "Xwespartina li ser xwe û hêzên gelê me yên azadîxwaz ku modela Rêveberiya Xweser ava kirine ku pêşeroja girîng a tevahî sûriyan a herî guncaw e. Lê belê Astana tenê borseya dabeşkirin û dîzaynkirina serweriyê di navbera dewletên pêwendîdar li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê ye.”

Der barê kiryarên ku Tirkiyê yên guhartina demografiya herêmên Sûriyê de, Neîsa wiha got: "Texmîna min ji niyeta Erdogan, guhartina demografiya daîm li Bakurê Sûriyê li ser hesabê hebûna dîroka gelê Kurd e û fikreya bi navê ‘Kembera Erebî’ ya alîgiriya dewleta Tirkiyê ku ew li ser dixebite. Heke ev pêk hat, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji ber ku sûcê qirkirina etnîkî ye. Bi wê re jî dê nakokî û şerê navxweyî zêde bibin."

Girêdayî mijarê Neîsa wiha pê de çû: "Siyasetên rejîma Tirkiyê, gefên rastîn û sereke li ser ewlehî, aramî û rizgarkirina gelên li herêmê ye."

Xiyas Neîsa wiha bi dawî kir: "Îro ji par zêdetir tê xwestin ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser projeya xwe bixebite ku kongreyeke giştî ya hêzên demokratîk a Sûriyê li dar bixe. Da ku dengê rastîn a gelê Sûriyê di nexşekirina pêşeroja welatê wan de hebe. Ne Astana yan jî fîlma dirêj a komîteya destûrê dikarin wan rizgar bikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din