Netanyahu: Hewldanên lidarxistina civîneke sêalî hene

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Sêşemê got, bi mijara hebûna Îran a li Sûriyê hewldanên lidarxistina civîneke sêalî bi Rûsya û Dewletên Yekbûyî  re hene.

Benjamin Netanyahu di civîna heftane ya hikûmeta Îsraîlê de got: "Di van rojan de em dixebitin da ku bi beşdarbûna Rûsya, Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê li vir li Qudisê civîneke sêalî li dar bixin da ku der barê derxistina Îran ji Sûriyê nîqaş bikin."

Îsraîl girêdayî heman mijarê di 24 û 25‘ê Hezîrana îsal de civîneke sêalî li gel Şêwirmendên Ewlekariya Neteweyî yên Rûsyayê, Nikolai Patrushev, Amerîkî John Bolton û yê Îsraîlê Meir Ben Shabat pêk anîbû.


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar