Netanyahu hişyariya bersiveke tund da: Hizbullah bi agir dilîze

Ji ber aloziya li ser sînorê Lubnan- Îsraîlê, Serokwezîrê  Benjamin Netanyahu hişyariya bersiveke tund da û got, Hizbullah bi agir dilîze.

Netanyahu di kongreyeke çapemeniyê de got" Hizbullah û hikumeta Lubnanê berpirsên her êrişeke li ser xaka Lubnanê ne". Her wiha hişyarî da "Hizbullah bi agir dilîze û dê bersiva Îsraîlê wê gelek dijwar be."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz hişyar kir ku her kiryarek li dijî îsraîlê dê rastî bersiveke tund a Îsraîlê were.

Artêşa Îsraîlê îro ragihandinbû ku wê çalakiyek Hizbullah li ser sînor têk bir "Artêşa Parastinê çalakiyeke texrîbî li herêma Cebel Rûs têk bir. Hêzên parastinê operasyonek ku şaneyeke Hizbullah ji 3 heta 4 xirabkaran plan jê re dikirin vala derxistin."

Hizbullah jî bi daxuyaniyekê got: "Tu gule ji aliyê me ve nehatiye avêtin. Lê ji aliyekê bû, aliyê dijmin ê tirsonek, tevlihev û bi fikar."


Mijarên Din