Netanyahu ragihand ku ew ê herêmên nû tevlî  serdestiya Îsraîlê bike

Benjamin Netanyahu ragihand ku eger di hilbijartinên 17`ê Îlonê de li bi serkeve, dê herêmên nû tevlî serdestiya Îsraîlê bike. Aliyên Filistînê jî li hemberî wê bertek nîşan dan.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di kongreyê de ragihand ku eger ew di hilbijartinên 17`ê Îlonê de bi serkeve, dê herêmên Xewir Urdun, bakurê Deryaya Mirî (Meyt) û jîngehên îsraîlî yên li Dife Xerbiye bixe bin serdestiya Îsraîlê.

Netanyahu got: "Ferzkirina serdestiyê li ser jîngeh û herêmên stratjîk dê bi hevkirina DYA`yê re be.  Divê artêşa Îsraîlê li Xewir Urdun hebe û hikumeta bê dê plansaziya xurtkirina bargehên îsraîlê li herêmê pêk bîne."

Benjamin Netanyahu anî ziman ku piştî hilbijartinan ew ê projeyek giştî ji bo belavkirina jîngehan li herêma Xewir Urdun pêkêşî Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) bike û got,  "Herêmên Xewr Urdun, bakurê Deryaya  Mirî û Colanê  cembera ewlehiyê ya girîng ji bo Îsraîlê ne."

Serokê hikumeta Filistînê Mihemed Iştiyê demeke beriya niha hişyariya vê biryarê kiribû.  Iştiye gotibû Netanyahu hewldanan dike ku beriya hilbijartinên ku tê payîn roja Sêşema bê destpê bike dengan zêde bistîne.

Sekretêrê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê Saîb Ureyqat got: "Plana Netanyahu ya tevlêkirina Xewir Urdun û berava Filistînê ya li ser deryaya Meytî bi 37 km2 heger pêk were wê demê dê di binaxkirina her derfeta aştiyê de ji sedsala bê re biserkeve."

Ureyqat wiha domand:  "Divê Îsrîlê û civaka navdewletî vê dinbûnê rawestînin. Tevlêkirin sûcê şer e. Tevlêkirin tê wateya xurtkirina apartheid, tundî, tundrewî û rijandina xwînê ye."

Rûbera herêma Xewr Urdun a ku Netanyahu behsa wê dike ji sedî 20 ji Difa Xerbiyê ye. li gorî peymana aştiyê (Peymana Oslo) a di navber herdu aliyan de, ew dikeve bin serdestiya filistînê.

Filistînî dixwazin Îsraîlê ji tevahiya herêmên ku di sala 1967`an de kontrol kirine vekişe. Di nav de Xewr Urdun li ser sînorên di navbera Difa Xerbiye û Urdunê de.


Mijarên Din